• DOLAR 32.569
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2435.887
  • ...
Êrîşa çekdarî li rojnamegerê Sûriyeyî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Li Rihayê di derdora wextên êvarî de êrîşa çekdarî li Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Ayn Wetenê Ahmet Abdulkadîr hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin  de Abdulkdar giran birîndar bû.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîş ji teref du kesan ve hatiye kirin.

Bûyer di wextên êvarî de li nêzî Meydana Yildizê pêk hat.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin 2 kes bi motosîkletê rojnamegerê Sûriyeyî taqîb kirin û li nêzî Meydana Yildizê bi çekan êrîşî rojnameger kirin.Kesên êrîşkar piştî êrîşê ji cihê bûyerê reviyan.Rojnameger jî giran birîndar bû.

Piştî ku dikandarên derdorê êrîşa ku hatiye kirin xeber dan ewlehiyê re polês hatin cihê bûyerê.Ahmet Abdulkadirê ku di nava xwînê de mabû  yekîneyên tenduristiyê wî rakirin nexweşxaneya herî nêz.

Polês di derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

Her weke ku ew ê bê bîran  sala borî du karkerên heman rojnamê di mala ku lê diman de serê wan hatibû jêkirin û hatibûn kuştin.Hat hînbûn Ahmet Abdulkadir birayê Îbrahîm Abdulkadirê ku hatibû kuştine.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir