• DOLAR 32.548
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2427.683
  • ...
Ji mamosteyan teşwîqa nimûne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Azarpêrta (Adakli) Çewlîgê 2 mamosteyên ku ji Midûrtiya Çandinî ya Navçeyê zeviya ku wek kirê çandibûn dest bi berhevkirina mehsulê kirin. Mamosteyên ku di zeviyê de çîlek çandibûn diyar kirin ku randiman ji zeviyê hilgirtine.

Bariş Soylu û Emre Unluyê ku li navçeya Azarpêrta (Adakli) Çewlîgê mamostetî dikin ji bo ku wextê xwe ya vala bi şiklekî baş biborînin li navçeyê ji Midûrtiya Çandinî ya Navçeyê zeviyekê kirê kirin. Her du mamoste rojê 90 kg çîlek ji zeviyê hildigrin.

 “Armanca me ew e ku em bala gel bikêşin”

Bariş Soylu 4, Emre Unlu 5 sal e ku li navçeyê mamostetî dikin. Mamoste Soylu di derbarê mijarê wiha axivî: “Em çûn Midûrtiya Çandinî ya Navçeyê û em li wan şêwirîn. Wan destnîşan kirin ku ew piştgirî didin çandiniya çîlekê. Me jî li navçeyê zeviya 3 donimî ji bo 5 salan kirê kir û dest bi çandinê kir. Mesrefa me ew bû ku me embarekê avê ya 3 tonî û ji bo avdanê xortumekê sitand. Yên din keda me ya destî bû. Şitlên çîlekê û poşetan çandiniya navçeyê dide. Di salekî de jî 1000 lîre jî pere dide.”

 “Dema ku mirov di ber axê de xwêdan birêje mirov randimana wê distîne”

Bariş Soylu wiha axivî: “Dema ku mirov di ber axê de xwêdan birêje mirov randimana wê distîne. Ez ji eslê xwe ve Bedlîsî me. Piştî ku me şitlê çîlekan danî me ji meha gulanê pê ve dest bi berhevkirina mehsûlê kir. Ev yek heta meha 10 emîn didome. Dema ku mirov carek şitlê çîlekê datine êdî heta 10 salan hewce nake ku mirov carek din dane.”

 “Wek hobî me dest pê kir”

Soylu wiha ragihand: “Em rojê 80-90 kg difroşin. Em wek tomerî didin marketên li Adakliyê. Ew jî wek kîlo difroşin. Ji sibe pê ve dê em çîlek bibin Gêxiya Çewlîgê. Dûvre heke teleb hebe dê em bidin Çewlîgê.”

Emre Unluyê Ehlê bajarê Kirşehîrê jî wiha axivî: “Me salek berê wek hobî me dest pê kir. Dûvre îş bi şiklekî girîng domî. Me par dest bi çandina çîlekê kir. Me zêde randiman jê hilnegirt lê me di ber der zêde xwêdan rijand. Baweriya me lê hebû. Hemd ji Xweda re îsal beş e.” (ÎLKHA)



 







Bu haberler de ilginizi çekebilir