• DOLAR 32.536
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2478.061
  • ...
Bi Sedan donim dexil bû rejî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama şewata ku li gundên Ortawêranajor, Herzem û Altuxerê pêk hat de nêzikê 600 donim dexilê wekê genim, ceh û nîsk bû rejî.

Li Gundê Ortawêranajorê zirarê maddî

Li Gundê Ortawêranajorê ya ku nêzikê 25 kmyê ji navçeya Çinarê dûr e nêzikê 600 donim dexilê wekê genim, ceh û nîsk bû rejî. Her wiha hat ragihandin ku zirarê madî pir mezin e.

Şewata ku nayê zanîn gelo çawa derketiye ji teref gundiyan ve bi zehmetî hat vemirandin û bi binasiya ku tîmên vekujê dereng hatine gundiyan berek nîşan dan.

Nişteciyên Gundê Herzemê bûn seferber

Li Gundê Herzemê ya ku 15 km ji navçeyê düre nêzikê 100 donim genim û cej bû rejî û nêzikê 2 hezar donim çayir û çêrgeh şewitî.

Şewata ku tê gumankirin ku ji dîreka ceyranê qewimiye di encama hewldan û xebatên gundiyan de bi zor û zehmet hat vemirandin.

Her wiha li Gundê Altuxerê ya ku nêzê navçeya Çinarê ye nêzê 40 donim dexilê ku yê Mahmut Erçekê bû wek şewitandî bû rejî. (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir