• DOLAR 32.331
  • EURO 35.11
  • ALTIN 2295.22
  • ...
SON DAKİKA
Ji zimanê şahidan zilma ku di sala 1915an de li malbatek Misliman hatiye kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi mijara bûyerên 1915an ên ku Elmanya wek ‘nîjadkuja Ermeniyan’ pejirand re dîsa bûyerên wê çaxê hat rojevê. Ew Ermeniyên ku çendîn sal bi Mislimanan re dostane dijiyan poştî ku Ûris herêmê îşqal kir Ermeniya êrîşê Mislimanan kiribûn û ji wê çaxê pê ve ev bûyer di rojevê de hatin axavtin.  

Wê çaxê ji ber ku di gelek cephan de şer dihat kirin di bajarên ku exlabê wê Kurd dijiyan de Mislimanên Kurd ên ku bi birçîbûn û belengaziyê re rû bi rû mabûn dûçarê zilma Ûris û Ermeniyan bûbûn. Di encama êrîşê de jî gelek Misliman hatibûn qetilkirin û bi çendîn hezar kesan jî di rêyan de ji birçiyan miribûn.

Çîrokên van kesên ku beriya her tiştê hezkirî, mal û welatên xwe mecbûr man hêştin û ji herêm koçkirin cûr bi cûr in. Malbata Gulebakê ku wek ‘mala maciran’ tê zanîn û di sala 1915an de ji ber bûyeran ji Gundê Balabana navçeya Westana (Gevaş) Wanê mal û warên xwe terk kiriye ji mexdûrê bûyerên sala 1915an e. Hamît Gulebak, Ahmet Gulebak û Dervîş Gulebakê dema biçûk bûn van bûyerên kovandar ên ku wek zilm li malbatên Mislimanan hatiye kirin ji bav û kalên xwe bihîstine. Wan wek mexdûr gorin û axavtinên ku bihîstine ji ÎLKHAyê re axivîn.  

 “Di nabeyna Ermenî û Mislimanan de têkiliyên dostane hebû”

Mamê Hamît destnîşan kir ku bav û kalên wî bi Ermeniyan re wek dostane û aştiyane jiyaye. Dûvre Mamê Hmît di derbarê wê dewrê de wiha axivî: “Bav û kalên min li gündeki girêdayê navçeya Westana Wanê dijîna. Di wî gundê de cîranê wan ên Ermenî hebûn. Têkiliyên wan bi hev re wekê herkesî asayî bû. Heywanên wan di heman mêrgê de diçêran û bi hev re pêz diçêrandin. Wê çaxê dema ku Ermeniyek ji bo ku li Mislimanan belav bike pezek an jî heywanek şerjî dikir vî heywanê bi Mislimanekî dida şerjîkirin. Di nabeyna wan de têkiliyên wiha xweş hebûn. Rojekî ji cîranê bapîrê min Ermeniyek dimire. Bapîrê bapîrê min zarokên wî cîranê xwe xwedî dike û wan mezin dike. Xexekê bi navê Murat ê van zarokan hebû. Murat diçe eskerê. Dema ku Murat diçe eskerê dîsa bavê bapîrê min liv an xwedî derdikeve.”

Ermenî, leşkerên Ûrisan tînin gund

Mamê Hamît diyar kir ku Muratê ku cîranê wan bû piştî ku çû herêma Ûrisan roj bi roj guherî. Dûvre Mamê Hamît wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dîsa rojek piştî Ku Murat diçe herêma Ûrisan bi komek Ûrisan re vedigere gund û têkeve odeya gund. Tabî ev kes leşkerên Ûris bûn. Fermandarên wan kesan ji gundiyan re dibêje; ‘ka çekên xwe bînin em lê mêze bikin.’ Wê çaxê çi çek û çi hal û çi kar. Wê çaxê bes çekên serabera habûn. Dema ku fermandarê Ûris li çekan mêze dike dikene û wiha diaxive; ‘dema ku herb çêbibe hûn dê bi van çekan şer bikin?’ Çekên wan çêtir bûn.”

 “Bavê bapîrê min ji teref komek Ermenî ve di malekî de hat ragirtin”

Mamê Hamît diyar kir ku Ermeniyan têkiliyên xwe bi Ûrisan re roj bi roj zêdetir kirin û dûvre rê birîn û lê zilaman dixistin. Bavê bapîrê min dema ku ji bajêr bi komek re vegera gund  Ermeniyan wan di nav malekî de ragirtin. Dûvre xizmên me li wan geriyan û wam dîtin. Muratê cîranê bapîrê min bûbû fermandarê wan kesên ku rê birîbûn. Xizmên me jê re qala meselê kirine. Ew jî gotiye ez nizanim. Rojekî bapîrê min pezên xwe di mêrga Ermeniyan de diçêrîne. Lawek xwediyê mêrgê bi hêrs hatiye bi tirpanê lingê bapîrê min birîndar kiriye. Heta ku bapîrê min çû rehma Xweda hêj şûna wê birînê dixwiya.”

Ûris û Ermenî dest bi qetlîaman dikin

Mamê Hamît ragihand ku ji çandina cehê wan re demek hindik mabû. Ûrisan zirarê daye cehê wan û Ermeniyan jî alîkaiya wan kirine. Dûvre Mamê Hamît wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji çandina cehê me re demek kurt mabû. Me bihîst ku Ûris zirarê dane cehê me. Mislimanên ku li wê derê dijiyan hemî revîn. Lê Ermenî ciyê xwe terk nekirin. Heta wan jî alîkariya Ûris kirin û lê cîranên xwe yên Misliman kirin. Bav û kalê min jî eşya û heywanên xwe hildigrin û ji wir direvin. Dûvre tên dera ku wek ‘Pira Batmanê’ tê navandin. Gelek însan li wir civîne. Ûris û Ermenî jî zext û êrîşên xwe didomînin. Ji bo ku van êrîşan bidin sekinandin kesên ku di destê wan de çek hebûn gule berdidin. Dûvre bi hêstirek topa ku wek ‘topa hêstirê’ tê navandin di girekî de bicî dikin. Leşkerên ku li ber topê disekinîna ciyê xwe terk dikin. Wê çaxê dema ku xeber tê ku Ûris vegerîne welatê xwe gelek însan jî dûbare vedigere malên xwe. Bapîrê min û malbata wî jî eşyayên bi xwe re dihêlin û vedigerin gund. Dema ku ev digêhêjin gund dûbare Ûris êrîşê li wan dike. Kesên ku bi eşyayên xwe vegerane li wir tên kuştin. Malbata me jî tê dera ku eşyayên xwe li wir hêştibû. Wê çaxê ji ber ku pir teng bû gelek însan dipelçiqin. Yên ku dimînin jî hinek ji wan ji teref Ûris û Ermeniyan ve tên kuştin û hinek jî dikevin avê û dixeniqin.”

 “Leşkerên Ûris kesên ku sax mabûn bi qesetûreyan dikuştin”

Mamê Hamît hedîseyekî bi jan û kovandar jî ji dapîra xwe bihîstiye. Mamê Hamît hedîsê wiha ragihand: “Dapîra min diyar kir ku ew bi komekî ya ku meta wê jî tê de bûye re bûye. Gule tê berdan. Gule îsabetê çîpê wê dike û ji aliyê din ve derdikeve. Meta dapîra min a ku birîndar bûbû di nav kesên ku mirine de xwe wek mirî daye nîşandan. Jinekê ya ku nikare bireve lawê xwe dihêle û diçe. Ji dur ve 2 leşekên Ûris tên. Zaroka ku digirî lî wan mêze dike. Ji leşkeran yekî ji berîka xwe şekir derdixe û dide zarokê. Zarok wê şekir dixwe. Dûvre 2 leşkerên din tên. Yekî ji wan qesatûrayê bi serê çekê ve dike û dixê ûrê zarokê. Dûvre zarokê diavêje nav avê.  Meta dapîra min dibêje; ‘wê çaxê ew zarok qêrînekî wisa kir ku tu wext ew qêr ji ber guhê min naçe.’ Leşkerên Ûris kesên ku sax mabûn bi qesetûreyan dikuştin. Piştî ku ew diçin 2 kesên siwarî yên rûyê wan pêçandî tên. Dema ku ew fêm dike ku ew her du kes misliman in ji wan alîkarî dixwaze. Siwarê tên û agir dikin. Ji heriyê fitîlek çêdikin û germ dikin. Dûvre dirêjin ser birînê. Wisa xwîn disekine. Dûvre birîndar jî beşdarê komê dibe wisa xilas dibe.”

 “Ji birçiyan diçin li her deriyê didin û nan dixwazin lê tu kesî nan nade wan”

 Mamê Hamît destnîşan kir malbatên ku ji êrîşê xelas bûne hatine li bajarê Diyarbekirê sitirîne û ji ber ku nan tunebûye wan parsekî kirine. Dûvre Mamê Hamît Axavtina xwe wiha domand: “Ûris û Ermenî bi hev re heta Kevirê Qul ya di nabeyna Bedlîs û Diyarbekirê de li pey mihaciran ketine. Ji van her du malbatan gelek kes di rê de jiyana xwe ji dest didin. Malbat bi 100-150 pez û bi ereba gayan a ku eşyayên xwe bar kirinê Digêhêjin Diyarbekirê. Nêzê salek li vir dimînin. Heywanên xwe di avahiyekî nelihevhatî de dihewandin. Rojek dema ku şeveqê radibin ji ber ku zêde baran bariye dibînin ku heywanên wan hemî telef bûne. Bê îş û kar. Di wî salê de ji ber ku hişkesalî bû ew jî wek gelek kesan perîşan bûne. Ji birçiyan diçin li her deriyê didin û nan dixwazin lê tu kesî nan nade wan. Wan dixin der. Ji bo ku nan bistînin tenefekê wan heye biryar didin ku bifroşin. Birayê bapîrê min ê bi navê Dervîş diçe sûkê ku tenefê bifroşe û nan bistîne. Lê êdî nayê. Rojek yekî dibêje Dervîşî bi yekî re lihev danî kiriye û leşkeran wî birine. Ji wî rojê pê ve êdî xeber ji Dervîş nayê sitandin.”

Mamê Hamît diyar kir ew mihacir ji ber ku birçî mane îsyan kirine û ji ber vî yekê leşkeran berê wan dane aliyê xerbê. Dûvre wî axavtina xwe wiha domand: “Dema însanên birçî yên li wir îsyan dikin leşkerên siwerî tên wan li ser Siwêreg û Curnê Reş (Hîlvan) ve wan dibin aliyê Edenê. Rojekî ji ber şiliyê li Bêrecûkê di axurekî de disitirin. Dema ku leşker nobet digirin bapîrê min bi şiklekî ji wir direve û li navçeya Hewengê (Bozova) ya Rihayê disitire. Li wir dest bê şivantiyê dike.”

 “Ji 2 malbatên mezin bes 2 kes man”

Ahmet Gulebakê lawê mezin ê malê ragihand ku ji 2 malbatên mezin bes 2 kes mane. Ahmet Gulebak hedîseyên ku ji mezinê xwe bihîstibû wek kelegirî wiha anî ziman: “Di gundê me de 5 mal Misliman û 5 mal jî Ermenî bûne. Têkiliyên ku berê baş bûn ji teref Ermeniyan ve tê xirabkirin. Dema ku pez dikeve nav zeviyên Ermeniyan lawê cîranê me Murat xwe diqeherîne. Li ser vî yekê Bavê min wî îqaz dike. Murat jî wek bertek; ‘ev zeviyên we nînin. Dê em we piştî çend rojan we ji vir bikin der.’ Dîsa bavê min û hevalên wî rojek jio bo alvêra îdê diçin navenda bajarê Wanê. Li Gundê Marsê ji teref Ermeniyan ve tên rehîngirtin. Dûvre Ermenî xeber didin Mislimanan û diyar dikin heke Misliman çekên xwe bidin wan dê ew rehînan berdin. Dema ku hawîrdor tevlêhev dibe ew rehînan berdidin. Wê çaxê bavê min û yên din diçin cem rêvebiran û çek temîn dikin. Ew yek sal nobetê digirin. Dûvre dema ku Ûris êrîşê herêma Wanê dikin bavê min wan jî eşyayên xwe berehev dikin û direvin.

Dema ku ew digêhêjin Rihayê ji 2 malbatên mezin bes 2 kes dimînin. Bavê min 17-18 salî, mamê bavê min û qîza mamê min a 8-10 salî. Mamê bapîrê min li Hewengê şivantî dike. Dema ku Ûris ji Wanê derdikevin ew xwe amade dikin ku dûbare biçin Wanê. Rojek dema ku keriya pez dibe gundekî êdî nehat. Dûvre hat diyarkirin ku xwediyê keriyê mamê bapîrê min kuştiye.”

“4 feqî digihêjin alîkariya wan”

Dervîş Gulebak wiha axivî: “Dema ku bapîrê min û malbata wî ji Ermeniyan direvin digêhêjin ber çem. Li ber devê çem zarokek dibînin. Kesekî bi navê Huseyîn Beg ji wan re dibêje vî lawê bi xwe re bibin. Lê ji ber ku di wan rojan de her kes haj ji xwe habû tu kes bi vî zarokê eleqedar nabe. Wê çaxê dapîra min a Meryem êdî taqetê wê namîne û ber sekeretan e. Di vî demê de 4 kesên kincên reş lixwe kirine û wek siwerî tên aîkariya mihaciran. Ew siwarî feqe ne. Dema ku dibînin ku dapîra min ber sekeretan e li ser wê qur’anê dixwînin dûvre dapîra min wefat dike.” (ÎLKHA)


 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir