• DOLAR 32.381
  • EURO 35.066
  • ALTIN 2324.96
  • ...
Temo: Em PYDê wek teror dibînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kongreya Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûrî îro li Rihayê dest pê kir. Berdevkê komê Abdulazîz Temo di destpêka kongreyê de axivî. Temo di axavtina xwe de qala têkiliyên PYD û rejîma Sûrî kir û bal kişand ser qetlên ku li wir tên kirin.

Temo di axavtina xwe de diyar kir ku komeleya wan saziyek nû nînin. Dûvre Temo axavtina xwe wiha domand: “Ev komele şaxa tu partiyê nînin. Deriyê me ji her kesî re vekiriye. Em komek aştîxwaz û siwîl in. Em him mixalifê rejîmê, him ya DAÎŞê him jî ya PYDê yên ku terorên îdeolojîk in.”

Temo ragihand ku ENKS ji aliyê polîtîk ve li Sûrî nûnertiya Kurdan dike. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di derbarê bi destxistina mafên neteweyî yên xwe de rewşa Kurdan ji yên din cuda nînin. Di derbarê bi destxistina mafan de li welêt de nûnerê Kuradan jî ENKS ye.”

Temoyê ku bi tûndî PYDê rexne kir wiha axivî: “Ji roja ku PYD ava bûye heta îro piştgiriyê da rejîma Sûrî. Her wiha ji roja ku ava bûye heta îro ciwanên Kurd ên ku li pey mafên xwe ne qetil kir. Ji ber van sedeman PYD dijminê me ya polîtîk e. Em PYDê wek teror dibînin.”

Abdulazîz Temoyê ku berdevkê Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûrî ye birayê Siyasetmedarê Kurd Meşal Temoyê ku dema mixalifên Sûrî serhildan kirin û di vî demê de hat kuştin e. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir