• DOLAR 32.492
  • EURO 34.952
  • ALTIN 2435.485
  • ...
10 kesên ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku ew ê bê bîran di qezaya ku doh li navçeya Eregliya Qonyayê pêk hat de mînîbûs û TIRek li hev ketin.Di encama qezaya ku pêk hatibû de 10 kesên Rihayî jiyana xwe ji dest dabûn.

Hat hînbûn piştî ku karên otopsiyê yên cenazeyan xelas bûn re wan anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Mehmet Akîf Înan.Cenazeya kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn di wextên şeveqê de ji nexweşxanê hatin girtin.

Cenazeya 7 kesên Rihayî li Goristana Malbatê ya Asrî ya Nû û 3 cenazeyê din jî li Goristana Malbatê ya Deriyê Haranê hatin definkirin.

Serokê Bajêr a HUDA PARê Lokman Yalçin, Waliyê Rihayê Îzedîn Kuçuk, parlementer û gelek nûnerên STKyan beşdarî merasîma cenaze bûn.(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir