• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bi hezaram donim genim şewitî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li gundên Receba û Dawîdiyêla Êlihê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di zêviyan de şewat derket.Di şewata ku derket de li gor agahiyên ku hatine wergirtin bi hezaran donim genim şewitî.

Hat ragihandin li gundê Dawîdiyêla Batmanê ji ber agirê ku pê ket bi hezaran donim genim şewitî.

Nîştecihên gund ên ku dîtin agir bi zeviyan ketiye bi hewildanên xwe xwestin ku mudaxeleyî agir bikin.Piştî hewildanên gundîyan yekîneyên îtfaîyê û tankerên avdanê yên Îdareya Taybet a Bajêr  hatin cihê bûyerê û mudaxeleyî agir kirin. Lê her çiqas mudaxeleyî agir hatibe kirin jî di encamê de bi hezaran donim genim şewitîn.

Her wiha li Gundê Recebaya Batmanê jî tê diyarkirin ji ber dîreka ceyranê agir bi zeviyekê ket. Di encama agirê ku pê ket de 10 donim genimê ku aîdî Remezan Karahan bû û bi hezaran donim çêrgeha heywanan şewitî.

Ji ber ku agir li koyîstan û herema çiyayîn belav bû  yekîneyên îtfaîyê nikaribûn mudaxeleyî agir bikin.Ji ber vê yekê xelkê gund bi qasî derfet û îmkanên xwe hewil dan agir bitefînin.

Gundiyên ku zeviyên wan şewitîne û mexdûr bûne alîkariyê teleb kirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir