• DOLAR 32.379
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.646
  • ...
Fitara ewil a koçerên li zozanan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî rêwîtiya zor a ku nêzê 2 meh didome koçer gihaştin Zozanê Temeka navçeya Kanîreşa Çewlîgê. Koçerên ku doh dest bi rojîgirtinê kiribûn di nav konan de fitirîn.

Koçerên ku nêzê 4-5 meh karûbarên wan li zozan û çiyayan derbas dibe digel zehmetî û rencên ku dikişînin îbadetên xwe îhmal nakin.

Alî Akalinê ku roja ewil li zozanan di nav konan de fitirî destnîşan kir ji ber ku we carek din jî gihaştine Meha Remezanê ew gelek kêfxweş û şikirdar in.

Akalin diyar kir ku li zozanan ji ber kêmasiya derfetan jiya zor e lê di gel vî yekê xweş e. Akalinê ku diyarkir ku ew debara xwe ji heywandariyê temîn dikin wiha pê de çû: “Zivistanan em li Rihayê ne. Havînan jî em tên Kanîreşa Çewlîgê. Li vir 4 mal û 3 keriyên me hene. Bav, law û bira. Em hemî malbatek in. Zozan xweş e, honik e û ava wî cemidiye. Em ji vî halê razî ne. Ev heywandarî ji bav û kalên me ji me re maye. Em hewl didin ku bişopînin.”

Ji şivanên zozanê Orhan Akalin hestên xwe wiha anî ziman: “Me li vir ji bo ku em fitara xwe ya roja ewil vekin sifre danî. Em li benda bangê ne. Wek şivan piştî fitarê dê em pez bibin çêre. Îro baş derbas bû. Em ji jiyana xwe razî ne. Ev jiyan zor e lê em ji bo debara xwe dixebitin.”

Îbrahîm Akalin jî diyar kir ku têketina Meha Remezanê ya li zozanan ji bajêr xweştir e. Dûvre Îbrahîm bal kişand tama fitara ku di sirûştê de wekê li zozanan tê vekirin xweştir e. Îbrahîm wiha pê de çû: “Li vir hewa hênik e lê zorî û zehmetiyên vira jî hene. Bi taybet karê şivanan zortir e. Lê di gel vî yekê rojiya xwe digirin.” (ÎLKHA)


 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir