• DOLAR 32.602
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2493.749
  • ...
Muxtarê 155 gundan derheqê DEDAŞê de gilîdar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Komeleya Muxtarên Qoserê Xatîp Şeran di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku DEDAŞ berî vê heftiyekê ceyrana 155 gundan qut kiribû ew û digel 50 muxtarî ji bona ceyrana gundan bê berdan di derbarê DEDAŞê de gilîdarî bûne.

Serokê Komeleya Muxtarên Qoserê Xatîp Şeran piştî giliya ku hat kirin re digel muxtarên cem xwe li ber Qesra Edalatê ya Qoserê daxuyaniyeke çapemeniyê  da.Şeran di daxuyaniya ku da de diyar kir digel qutkirina ceyranan ava wan jî qut bûye.Şeran di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber nebûna ceyran û avê  heywanên wan telef bûne û tedawiya nexweşên dîyalîz û oksîjenê nayê kirin.

 “Nexweşên dîyalîzê nikarin tedawî bibin û heywanên me jî telef dibin”

Şeran di berdewama axavtina xwe de diyar kir li gundan di nava rojekê de tenê 2 seatan ceyranê berdidin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di derbarê vê yekê de gilîdar bûn.Him nava gund û him jî li çolterê ev heftîyek ku ceyrana 155 gundan tune ye.Tenê di naveyna saet 24.00-02.00an de ceyranan berdidin.Nexweşên me yên dîyalîz û nexweşên me yên ku bi oksîjenê dijîn hene. Dema ku ceyran tune be nikarin tedawî  bibin.Tu kes li vê dîqet nake.”

Şeran di dawiya axavtina xwe de balan kişande li ser mexdûrîyeta ku ew dikşînin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Weke ku tê zanîn em di Remezanê de ne û li tu gundê Qoserê ceyran tune.Ji ber ku ceyran tune ye av jî nîne.Ava vexwarinê jî nayê peyda kirin, heywan telef dibin.Însanên me ew ê di bin van şert û mercan de çawa karibin wecîbeyên dînî bi cî bînin û rojiya xwe bigirin.Em a niha gilîdar bûn.Em qîma xwe bi vê tenê nayînin.Çi tişt pêwîst be em ê bikin.Ez ji vê derê bang ji kesên siyasî û ji hikûmetê re dikim.Ji kerema xwe re dest bavêjin vê meselê.Xelkê Qoserê mexdûr e , vê meselê hal bikin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir