Di derbarê teqîna Stenbolê de qedexeya weşanê hat îlankirin
Ji teref hakimtiya Cezaya Silhê ya 10emîn ve di derbarê êrîşa ku li Vezneciyana Stenbolê li polêsan hat kirin de qedexeya weşanê hat îlankirin.
Her weke ku tê zanîn îro li Vezneciyana Stenbolê di dema derbesbûna wesayîta polêsan de wesayîta bombebarkirî hatibû teqandin.Di êrîşa bombeyî ya ku hatibû kirin de 7 jê polês tevde 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 36 kes birîndar bûn.
Di derbarê vê teqîna ku pêk hat de ji teref RTURKê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de ji teqînê re qedexeya weşanê hat anîn.(ÎLKHA)