• DOLAR 32.593
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2420.312
  • ...
Zîpikên qasê gozê li bexçeyên fêkiyan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çend roj berê li Bursayê ji ber ku wek şilî zîpik bi şiklekî tund barîbû gelek bexçeyên fêkiyan zirarê dîtibûn. Di derbarê mijarê de Serokê Odeya Zîraetê ya Gursuyê Kamîl Donmez diyar kir di van 20 salên dawî de wan zirarê herî mezin dîtine.

Hat ragihandin ev bexçeyên ku li ser 10 hezar donimê pêk tên ji ber zîpikan 5 hezar ton fêkî zirarê dîtiye. Her wiha hat diyar kirin ku ev şilî bi taybet li navçeya Gursuya Bursayê bandordar bûye.

Serokê Odeya Zîraetê ya Gursuyê Kamîl Donmez di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî. Donmez destnîşan kir ku di 3-6ê Hezîranê de hewa ji nîşka ve guheriye.

“Me di vî 20 salên dawî de tiştekê wiha nedîtibû”

Donmez wiha axivî: “Taxên Kazikli, Agakoy û Îgdîrê ji zîpikê bandordar bûne. Di van 15-20 salên dawî de me tiştekî wiha nedîtibû. Mezinaya zîpikan nêzê 5 cm yê bû. Ji zîpikê bexçeyên fêkî û sera bandordar bûn.”

 “Wek aborî zirarê me nêzê 120-130 milyon e”

Donmez destnîşan kir ku îsal çend car bi şiliyên wiha re rû bi rû mane. Dûvre Donmez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 3yê Gulanê de zîpikek, di 15ê Gulanê de zîpikek û di serê meha Hezîranê de jî zîpikek barî. Niha li navçeya me de di sedan de 70-80 zirar heye. Wek aborî dema ku em lê mêze dikin zirarê me nêzê 120-130 milyon e. Ji ber vî şiliyê rewşa cotkakarên me xirab e.”

 “Mixabin em beramberê rastî ya zirarên xwe nastînin”

Donmez diyar kir ku rewşa îsal ji salên boriye xirabtir e. Donmez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di derbarê vî yekê de em ji hikûmetê hêvîdar in. Lewra pirsgirêk mezin e û di Hewzên Bîmeyên Çandiniyê de (TARSÎM) pirsgirêk hene. Li TARSÎMê muafiyet hene. Mixabin di hesabkirina ziraên di derheqê vî yekê de em beramberê rastî ya zirarên xwe nastînin.”

Ji nişteciyên Taxa Îgdîrê û her wiha bexçevan Adnan Altin destnîşan kir ku di encama vî şiliyê de wan wek cotkar zirarek gelek mezin dîtine.

Altin diyar kir ev 30 sal e ku ew bexçevantî dike. Ew niha mexdûr e. Ji ber vî yekê wî ji rêvebiran wiha alîkarî xwest: “Di vî 20 salên dawî de me felaketek wiha nedîtibû. Berî jî me zîpik dîtibû. Lê ya vî carê cûdaye. Hebên zîpikê wekê hêkek biçûk bû. Ez fikirîm ku em perîşan bûne. Zirarê me gelek mezin e. Ji bexçeya ku em jê 250 ton fêkî hildigirin zirarê me 70-80 ton e.” (ÎLKHA)



 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir