Li Stenbolê êrîş li wesayîta polêsan hat kirin
Li Veznecîlera Stenbolê di dema derbasbûna otobusa polêsan teqînek tûnd pêk hat. Hat ragihandin ku gelek birîndar hene.
Li Veznecîlera Stenbolê di nabeyna Qereqola Polêsan a Beyazitê û rawestgeha otobusan a Veznecîlerê de di dema derbasbûna otobusa polêsan de teqînek tûnd pêk hat.
Hat ragihandin ku wesayîtekî wek parkkirî hatiye teqandin û di encama vî teqînê de gelek birîndar hene. Gelek ambulans û tîmên polêsan ji bo hawîrdor hatin sewqkirin.
Hat ragihandin ku ev teqîn di dema derbasbûna otobusa polêsan a ku dê nobetê biguheranda de pêk hat. Hat destnîşankirin ku di encama teqînê de gelek birîndar çêbûne.
Her wiha hat belavkirin ku piştî êrîşê teqînekê erdgazê jî pêk hatiye. Sedema vî teqînê jî ev teqîn bûye.
Dê hûrgilî werin…