• DOLAR 32.344
  • EURO 35.086
  • ALTIN 2309.79
  • ...
Platforma Umut Kervani alîkariya malbatên feqîr kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleyên endamê Platforma Umut Kervani bi minasebeta Meha Remezanê li bajarên Diyarbekir, Riha, Entab û Êlihê alîkariya çendîn hezar malbatan kir.

Umut Kapisi alîkariya gelek malbatan kir

Banqeya Xureka Umut Kapisi ya Diyarbekirê ya ku endamê platformê ye bi alîkariyên xwe yên ku di meha gulanê de pêk anîn çendîn malbatan kêfxweş kir. Her wiha komelê destnîşan kir ku dê ew alîkariyên xwe bidomînin.

Serokê Umut Kapisiya Diyarbekirê M. Siddik Furkan di derheqê mijarê de daxuyanî da. Furkan wiha axivî: “Me li 242 malbatên ku berê hatibûn tespîtkirin bi qîmeta 9 hezar 729 lîre alîkarî kir û li 64 malbatên Sûrî jî 3 hezar 474 lîre alîkarî kir. Me alîkariya goştê sor li 19 malbatan kir. Her me ji xêrxwazan di qîmeta hezar û 360 lîreyan de alîkarî sitand û li 34 malbatan wek du kîlo goştê sor belav kir. Bi tevahî me li 359 malbatan di qîmeta 14 hezar 978 lîre alîkarî kir.”

Furkan destnîşan kir ku di serî de gelê Diyarbekirê ew dixwazin ku gel ji bo alîkariyê li cem wan bibe. Her wiha Furkan diyar kir ku dê alîkariya wan bê navber bidome.

Umut-Der di erefa Remezanê de dest bi alîkariyê kir

Umut-Dera Êlihê ya ji komeleyên endamê Platformê di erefa Meha Remezanê de alîkarî li malbatên feqîr û mihtac kir. Serokê Giştî yê Umut-Derê Halîl Gergîn diyar kir ku wek komele dê alîkariya penaberên feqîr û mihtac bikin. Dûvre Gergîn wiha axivî: “Wek Umut-Der em bang li xêrxwazan dikin. Hindik jî bibe em feqîran kêfxweş bikin. Wezîfeya me ew e ku em di nabeyna zengîn û feqîran de bibin pir. Divê ku em ehemiyetê bidin alîkariyên ku di vî mehê de tê kirin. Me di erefa Remezanê de dest bi alîkariyên xwe kir.”

Umut-Dera Entabê di destpêka Remezanê de çendîn malbatan kêfxweş kir

Umut-Dera Entabê ya ji komeleyên endamê Platformê beriya Remezanê alîkariya wek zexîre li 600 malatan kiriye. Sekreterê Umut-Dera Entabê Nîhat Bakşî diyar kir armanca wan ew e ku di meha Remezanê de alîkariya malbatên feqîr bikin.

Bakşî diyar kir ku her wext bi rêkûpêk alîkarî li malbatên feqîr dikin. Dûvre Bakşî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Armanca me ew e ku em di Meha Remezanê de alîkarî li malbatên ku cem me qeydkirî ne bikin. Di derbarê vî yekê de em ji xêrxwazan dixwazin ku alîkariyên ku dê bikin bi wesîla Umut-Dera Entabê bigihînin malbatên feqîr.”

 “Em alîkariya penaberên Sûrî jî dikin”

Bakşî ragihand ku ji xeynî alîkariya zexîrê dê alîkariya neqdî ya wek cil û berg, pêlav jî werekirin. Bakşî balav kir ku li penaberên Sûrî jî alîkarî hatiye kirin. Dûvre Bakşî wiha pêde çû: “Wek Umut-Der me alîkariyên xwe yên ku li penaberên Sûrî yên feqîr, jinebî, hêtîm û belengaz tên kirin didomînin.”

Yar-Dera Rihayê

Komeleye Yardim Eliya ku li navçeya Pirsûsa Rihayê karûbarên xwe bi rê ve dibe bi alîkariyên ku kir rûyê feqîr û fuqaran da kenandin.

Hayatî Yilmazogluyê dildarê Yar-Derê destnîşan kir ku wek komele ew alîkarî li malbatên feqîr dikin. Her wiha Yilmazoglu ragihand ku li navçeya Pirsûsa Rihayê gelek malbatên feqîr û belengaz hene. Ew hewl didin ku di vî mehê de alîkarî li wan malbatan bikin.

Camî-Dera Wêranşarê dest bi alîkariyên xwe yên Remezanê kir

Camî-Dera Wêranşarê ya ji komeleyên endamê platformê beriya Meha Remezanê alîkariyên xwe zêdetir kir. Ji teref komelê ve li çendîn malbatan alîkarî hat kirin.

Serokê Lijneya Alîkariya Camî-Derê Îbrahîm Halîl Dolaş di derheqê karûbarên xwe de agahî da. Dolaş ragihand ku wan wek komele alîkariya gelek malbatên feqîr kirine û dê ev yek di Meha Remezanê de jî bidome.

OSÎYAD alîkariya malbatên mihtac kir

Komeleya Îlm û Piştgiriyê ya Osmaniyeyê (OSÎYAD) bi alîkariyên xwe yên ku beriya rojiyê li malbatên feqîr kiribûn rûyê feqîr û belengazan da kenandin.

Serokê Lijneya Alîkarê yê OSÎYADê Mehmet Şerîf Keser di derbarê mijarê de wiha axivî: “Me derfet dît alîkariyên ku ji teref xêrxwazan ve hatibû şandin ragihand malbatên feqîr. Înşaellah dê alîkariyên me di Meha Remezanê de jî bidome.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir