• DOLAR 32.382
  • EURO 35.077
  • ALTIN 2326.17
  • ...
Derheqê mekteba ku xwendevan jê rakirine çiyê, îdîayên siqandal
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derket holê di sala Sibata 2013an û di Adara 2015an de xwendevaninan Lîseya Anadoluya Teknîk û Meslekî ya Burhanettîn Yildiz di bargeha  ‘Projeya Geşta Derveye Welet’ de birine Elmanyeyê û li vê derê jî  buroyên PKKê ziyaret kirine.Hat îddîakirin li ser dosyaya ku hêj lêpirsîna wê temam nebûye hatiye girtin. Ji ber ku wêneyên xwendevanan li ser hisaba medyaya civatî hatin parvekirin di derbarê midûrê mektebê Fethî Eroglu de lêpirsîn hatiye vekirin û di derbarê mijarê de jî mifetiş hatiye tayînkirin.

Derket holê di sala Sibata 2013an û di Adara 2015an de xwendevaninan Lîseya Anadoluya Teknîk û Meslekî ya Burhanettîn Yildiz di bargeha  ‘Projeya Geşta Derveye Welet’ de birine Elmanyeyê û li vê derê jî  buroyên PKKê ziyaret kirine.Berî niha jî ji heman mektebê 2 xwendevan  rakiribûn serê çiyan û ev yek di raya giştî de bûbû sedem ku bê gotin ‘gelo midûrê mektebê ji PKKê re elemanan temîn dike û vê yekê jî vedişere.’

Îddîayeke din a sosret jî ev e .Tê îddîakirin piştî ku ev xwendevan di çarçoveya projeyê de mekteban ziyaret dikin re di derbarê mijarê de lêpirsîn tê vekirin û hêj lêpirsîn temam nabe ku  ji teref Amîrên Mulkî ve tê girtin.

Her wiha hat îddîakirin li pey hatina rojevê ya mektebê digel rêxistinê de mamoste û midûrê mektebê hene.

Ji teref lijneya teftîşefê îfadeya midûr Fethî Eroglu û xwendevanên ku beşdarî geştê bûbûn hat girtin.Xwendevanên ku îfadeyên wan hat girtin diyar kirin ew bêyî mamosteyên xwe çûne buroyên PKKê.Di encama lêpirsîna ku temam bû de cizaya lomeyê ji midûr re hatiye dayîn .Her wiha hat îddîakirin midûr Fethî Eroglu bi zextên parlementerên heremê tayîna wî hatiye kirin.Hat hînbûn cezaya ku ji midûr re hatiye dayîn ji teref Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Baglarê Fîkret Elaltuntaş ve ji ber ku Amîrê Sîcîlê ye hatiye rakirin û dosya ji teref Amîrên Milkî ve ji Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî hatiye standin.Heta niha tu kes nikare wê dosyaya wêneyan a ku li ser medyaya civatî hatibû parvekirin bi dest bixe.

Hat îddîakirin kekê Eroglu berî niha di sefên  PKKê de hatiye kuştin û ew bi xwe jî berî niha endamê Egîtîm-Senê bûye û bi heman awayî jî gelekî bêrêtî kirine û di paşarojê de jî ji ber ku di cihê kar de bêretî kiriye derheqê wî de lêpirsîn hatiye vekirin.

Tê îddîakirin  midûrê mektebê ji bona geştên Îtalya û Elmanyayê 280 hezar avro û ji bona Romanyo û Polonyayê jî  70 hezar avro  heqê îaşe û rêwîtiyê standîye û van pereyan nedaye mamosteyan.

Hat hînbûn digel van pereyên ku hatine temînkirin û digel pereyên ku ew ê ji banqê bên kişandin haziriya vekirina mektebeke taybet tê kirin ku ji vê mektebê re gelek buroktar û kesên mîna Serokê Lijneya Teftîşê yê Perwerdeya Neteweyî Eyup Demîr, Bîlal Delîlê Biraziyê Parlemnterê Kevin ê Diyarbekirê ê AK Partiyê Kutbeddîn Arzu, û Midûrê mekteba ku qala wê tê kirin Fetîh Eroglu şirîk in.(ÎLKHA)

Hat hînbnû haya kesên rayedar ji van tiştên ku pêk hatine hene lê hêj di derbarê mijarê lêpirsîn nevekirine ku ev yek jî manîdar hat dîtin.

Her weke ku ew ê bê bîran di wan rojên borî de li Lîseya Anadoluya Teknîk û Meslekî ya Burhanettîn Yildiz a Diyarbekirê 2 xwendevan rakiribûn serê çîyayî  da ku sefên PKKê şer bikin.Hat îddîakirin li heman mektebê di sala 2012an de jî 2 xwendekar rakirine serê çiyayî.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir