• DOLAR 32.625
  • EURO 35.27
  • ALTIN 2501.828
  • ...
 Doza Yasîn Boru taloqî 18 tebaxê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatibûn qetilkirin ku darizandina 41 kesên bersûc ku 18ên wan girtî ne li 2yemîn Mehkemeya  Cezaya Giran a Enqerê berdewam dikir ku hat ragihandin doz taloqî 18 tebaxê hatiye  kirin.

Doza ku ji ber hinceta ewlehiyê neqlî Enqerê hatibû kirin  di seat 10.30an de dest pê kir.Naskiriyên kesên mexdûr, rayedarên partîyên siyasî, gelek parêzer û temsîlkarên STKyan beşdarî  niştinê bûn.

Niştin di seat 10.30an de dest pê kir.Di destpêka niştinê de îfadeya ‘bersûcê zarok’ ê bi navê A.S. ê ku li Diyarbekirê di girtîgehê de ye bi SESBÎSê  hat girtin. A.S temamê sûcan red kir.

A.S.yê ku berî niha diyar kiribû ew bersûcê qatil Sedat Çobanî nas nake  îro di vê niştinê de wî Sedat Çobanê bersûcê qatil teşhîs kir.Parêzerên mexdûran, diyar kirin  îfadeyên A.S. hev dû nagirin.

Her wiha ew dîmenên ku ji kesê pêzan re hatibûn şandin jî  hatin dozê.Li gor teşhîsên kesê pêzan Ridvan Baş, Mehmet Çaglar û Erkan Balaban îhtîmal e ku hatibin teşhîskirin.Kesên berscûv diyarkirin ew kesên ku di rapora ku ji kesê pêzan hatine şandin de ne ew in.

Naskirîyên kesên mexdûr ji ber rapora  kesê pêzan, xwestinine ku Ridvan Başê ku bêgirtî tê darizandin bê girtin.

Dozger dewama girtîbûna 18 kesên girtî kir.

Piştî navbera ku di niştinê de hat dayîn re mehkemê dozê taloqî 18 tebaxê kir.(ÎLKHA)



 

Bu haberler de ilginizi çekebilir