• DOLAR 32.372
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.31
  • ...
Navçeya Madenê bi hêlanê re rû bi rû maye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Madena Xarpêtê ji ber ku hefriyat ji ocaxa Maden-Sifrê derdixin û li jûrê berhev dikin nişteciyên navçeyê destnîşan kirin ku ew bi hêlanê re rû bi rû mane. Ji ber vî yekê ew endîşedar in.

Wekê ku tê zanîn erdnîgara navçeyê asê ye. Ji ber ku hefriyatên navçeyê li jûrê navçeyê berhev dikin nêzê 15 apartmanan zirarê dîtine. Gelê navçeyê ya ku di derbarê mijarê de axivî destnîşan kir ku pira ku di têketina navçeyê de ye ji ber hefriyatan deriziye û bi heman şiklê lingên pirê jî derizîne.

Zarokên hawîrdor jî ji avahiyên ku derizîne û zirarê dîtine bê xeber in û bi vî şiklê di derdora avahiyan de dilîzin. Ji nişteciyan Musa Dag jî ragihand ku ji ber hefriyatên tên rijandin hinek avahî wexta ku xirab bibin. Her wiha dema ku şilî zêde dibare ev endîşe û xeter zêdetir dibe.

 “Siyasetmedar xwedî li navçeya me dernakevin”

Dag belav kir ku ji teref Wezaretiya Bajarvanî û Hawîrdorê ve lijnekî hatiye û van avahiyan kontrol kiriye. Lê di derbarê mijarê de hêj tu daxuyanî nehatiye dayîn. Dûvre Dag wiha li axavtina xwe zêde kir: “Maden navçekî Xarpêtê ya guzîde ye. Lê siyasetmedar xwedî li navçeya me dernakevin. Wekê ku hûn dibînin navçe hatiye terkkirin.”

 Dag bal kişand ku coxrafyaya navçeyê asê ye û ji ber ku hefriyatên ocaxê li jorê navçeyê berhev dikin hinek avahî wek derizandî zirarê dîtine. Dûvre Dag wiha axivî: “Ji hefriyatê wekê ku tê gotin çiyayekî saz kirine. Ji xwe erdê vira asê ye. Ji ber vî yekê avahiyên vira vî giraniyê nekarîn hilbigrin. Tu kes xwedî li navçeya me dernakeve.”

 “Çima hikûmet tu tiştekî nake”

Ji nişteciyan Yuksel Denîz belav kir ev salek e ku rijandina hefriyatê ya ji bo wir hatiye qedexekirin lê dîsa hefriyatê dibin dirêjin wira. Dûvre Denîz destnîşan kir ku ji teref Wezaretiya Bajarvanî û Hawîrdorê ve mifetişekî hatiye hawîrdor. Lê dîsa ev yek domiye.

Denîz diyar kir ku pira di têketina navçeyê de deriziye. Dûvre Denîz wiha destnîşan kir: “Di gel vî yekê kesî xwedî li vî navçeyê xwedî dernakeve. Bajara me bi hêlanê re rû bi rû maye. Çima hikûmet tu tiştekî nake.”

Wekê ku tê bibîranîn ku Zulkuf Yagşanê ji rîsipiyên Madenê qala pirsgirêkan ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) re kiribû. Yagşan diyar kiribû ku hefriyata bajêrê wê çaxê diretin derveyê navçeyê. Wî çaxê pirsgirêk tunebû. (ÎLKHA)


 









































































Bu haberler de ilginizi çekebilir