• DOLAR 32.333
  • EURO 35.071
  • ALTIN 2298.626
  • ...
SON DAKİKA
50 donim genim şewitî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Wêranşara Rihayê ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyên geniman ket. Ji ber agirê ku pêket 50 donim genim şewitî.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin agir pêşî di zeviya li Taxa Huriyetê derket û dû re li derdora xwe belav bû. Xwediyê zeviyan û hemwelatiyên derdoraê hewil dan agir bitefînin lê bi ser ne ketin.Ji ber vê yekê jî gazî yekîneyên îtfayê kirin.

Di demeka kurt de yekîneya îtfayê agir tefand.Hat hînbûn ji ber agirê ku pêketîye tevde 50 donim genim şewitiye.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir