• DOLAR 32.383
  • EURO 35.031
  • ALTIN 2325.779
  • ...
Diziyan 2 serî dawer dizîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Qabilcewza Êlihê diziyan 2 serî dawerên Şevket Boguşê ku ji xwe bes malê wî ev çêlek bûn dizîn. Boguş destnîşan kir kudebara  xwe bi dawaran temîn dikir.

Gor agahiyên hatine bi destxistin li Taxa Yildiza navçeya Qabilcewzê diziyan 2 serî dawerên Şevket Boguşê 55 salî nîvê şevê dizîn. Piştî ku Şevket Boguş pê hesiya ku dawerên wî di axûra ku deriya wê asê bû dizîne xeber da polêsan. Her wiha nişteciyên navçeyê jî destnîşan kirin ku li wir dizî pir çêdibe. Ji ber vî yekê wan destnîşan kir pêwîst e ku ev yek bê çareserkirin.

Mexdûr Şevket Boguş di derbarê mijarê de wiha axivî: “Dema ku çêlekên me di hindir da bûye qoflê şikandine û daweran dizîne. Min mexdûr kirin. 7 nifusê min hebû. Min debara xwe bi şîrê van çêlekan temîn dikir. Ji xeynî çêlekên me tu tiştekî me tune. Diziya çêlekan a li navçeyê bes ev nînin. Di van rojên dawî gelek çêlek hatin dizîn. Ez diziyan hewalê Xweda dikim. Em mexdûr in. Ji ber vî yekê em ji rêvebiran piştgirî dixwazin.”

Her wiha hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de tehqîqat destpê kiriye. (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir