• DOLAR 32.386
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2326.566
  • ...
Li Mêrdînê kelecana terawîhan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nimêja terawîhan çawa ku li temamê alema Îslamê bi kelecenele mezin tê edakirin bi heman awayî  li Mêrdînê jî bi heyecaneke mezin tê edakirin.Zarok, pîr, jin û xortên ku dixwastin nimêja terawîhan eda bikin berê xwe dan mizgeftan.

Mizgefta Fuat Yagci, Mezin, Kuba û Mizgefta Nû ya Qoserê bi însanên ku dixwastin nimêja terawîhan eda bikin hat dagirtin.Hemwelatiyên ku camiyan dagirtin digel hev kêfxweşiya gihaştina meha Remezanê  jiyan.Li mizgeftên ku nimêja terawîhan lê dihat edakirin hat dîtin exlebeya kesên ku hatibûn zarok in.

Nimêja terawîhan li Mizgeftên Mezin û Şehîdiyeyê hatin edakirin.Hemwelatiyên  ku ji bona nimêjê hatibûn diyar kirin ew ji ber ku nimêja terawîhan a ewil eda kirine bi hizûr in û temenî kirin ku meha Remezanê ji bona ummeta Îslamê û ji bona însanetîyê aştî û hizûrê bîne.

Ji bilî navenda Mêrdînê li Qoser û Nisêbînê jî xelk ji bona nimêja terawîhan berê xwe dan  mizgeftan.

Şêxmûs Ramazanogluyê ku ji bona nimêjê hatibû mizgeftê di derbarê mijarê de wiha axivî: “Bi hatine Remezanê em kêfxweş in.Em ji bona edakirina nimêja terawîhan hatin mizgeftê.Hemd ji Xweda re ku me gihand meha Remezanê. Înşaallah em ê Remezanê bi xêr derbas bikin û em bigihijin îdê.”

Kesê bi navê Huseyîn Ozgun jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em bi hesret li benda vê şevê bûn, ez gelekî bextewar û kêfxweş im.Ez û digel 3 zarokên xwe ji bona nimêjê em hatin mizgeftê.Ez nizanim hest û ramanên xwe bînim ziman, ji bi ra ez pir bi kelecan im.Înşallah meha Remezanê ji bona alema Îslamê bibe wesîleya aştî û aramîyê.Em ê ji temamê Mislimanan re dia bikin.”

Çend hemwelatiyên din ên bi navê Necat Guneş, Onur Ocal û Aysel Bîngol jî di derbarê meha Remezanê de hest û ramanên xwe anîn ziman û di derbarê nimêja terawîhan de nirxandinan kirin.

Li Nisêbînê jî terawîhên ewil hatin edakirin

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku lê operasyon bi dawî bûn lê hêj qedexe berdewam dike jî nimêja terawîhan a ewil hatin edakirin. Hemwelatiyên ku li navçê mane li Mizgefta Şêx Reşîd nimêja xwe eda kirin.Ji ber qedexeya derketina derve hat dîtin hejmera kesên ku çûne mizgeftê hindik e.

Ji bilî van hat dîtin li navçeya Midyada Mêrdînê  pîr û ciwan, biçûk û mezin  mizgeftan dagirtine.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir