Gelê Diyarbekirê ji bo terawîhan berê xwe da mizgeftan
Gelê Diyarbekirê bi destpêkirina Meha Remezanê re di serî de Mizgfta Mezin ji bo ku nimêja terawîhan eda bikin berê xwe dan mizgeftan.
Bi destpêkirina Meha Remezanê ya mîr û sultanê 11 mehan gelê Diyarbekirê ji bo ku nimêja terawîhan eda bike berê xwe dan Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ya ku li Sûra Diyarbekirê ye.
Beriya nimêjê Miftiyê navçeya Sûrê Ramazan Tolan weaz da cemaetê û temenî kir ku ev Meha Remezana mibarek ji mislimanan re bibe wesîla xêr û bereketê.
Tolan diyar kir ku Qur’ana Pîroz di Meha Remezanê de nazil bûye. Dûvre Tolan wiha axavtina xwe domand: “Ji ber ku Qur’ana Pîroz di vî mehê de nazil bûye ev meh pir girîng e. Pêwîst e ku em di vî mehê de Qur’anê bixwînin, derk bikin, guhdar bikin û zêde lê eleqedar bibin. Bila di Meha Remezanê de exlaqên me yên xirab biçe û di şûna wî de exlaqê xweş were. Heke kêmasiyên me hebe divê ku em sererast bikin. Em xwe ji aliyê Îslamî ve pêşve bixin. Bila derdekî me jî ji aliyê Îslamî ve hebe.”
Hemwelatiyên ku di nav wan de zarok, pîr û kal jî hebûn piştî nimêja îşayê nimêja terawîhê eda kirin. Hat dîtin ku di dema nimêjê de zarok jî di nav mizgeftê de ji xwe re dilîstin.
Gelê diyarbekirê destnîşan kir divê ku qedr û qîmeta vî mehê were zanîn. Dûvre Diyarbekiriyan wiha destnîşan kirin: “Xêr, berket, hirmet û xatirê vî mehê cuda ye. Pêwîst e ku mirov qedrê vî yekê bizanibe. Divê ku mirov vî mehê baş derbas bike û bi şiklekî xweşbînî û biratî bi hev re bijî. Divê ku herkes xwe bikêşîne hesabê. Ne bes ji bo Meha Remezanê, divê ku hertim wiha bibe.” (ÎLKHA)