• DOLAR 32.528
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2428.282
  • ...
Niştina 6emîn a Doza Yasîn Boru dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gökgöz ji teref PKKyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatibûn qetilkirin ku darizandina 41 kesên bersûc ku 18ên wan girtî ne li 2yemîn Mehkemeya  Cezaya Giran a Enqerê dest pê kir.

Doza ku ji ber hinceta ewlehiyê neqlî Enqerê hatibû kirin  di seat 10.30an de dest pê kir.Naskiriyên kesên mexdûr, rayedarên partîyên siyasî, gelek parêzer û temsîlkarên STKyan beşdarî  niştinê bûn.

Berî ku niştina dozê dest pê bike ji parêzerên dozê Abdulganî Orhan di derbarê dozê de nirxandinan kir.Orhan di nirxandina ku kir de diyar kir ew ê ji mehkemê teleb bikin da kesên ku van bûyeran dane kirin jî daxilî dosyayê bibin. Orhan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me berî niha jî anîbû ziman ku bi heqê wê lêpirsînek nayê kirin. Heger lêpirsîneke bi heqê wê û bi şikleke kamil bê kirin ew ê wê demê gelek kesên din jî daxilî vê dosyayê dozê bên kirin.

Nexasim rêvebirên HDP/DBPê di çarçoveya van bûyeran de di asta pêdankirinê de ne. Lewra di encama daxuyaniya van kesên rêveber û rayedar de ev bûyer derketin.Me berî niha teleb kiribû da ku ew kesên ku van bûyeran dane kirin jî daxilî dosyaya dozê bên kirin.Lê mixabin teleba me hatibû redkirin.Em ê vê teleba xwe cardin bînin ziman. Him serokomar û serokwezîr li Diyarbekirê di derbarê vê mijarê de daxuyanî dan û diyar kirin sedema van bûyerên 6-7 cotmehê Selahattîn Demîrtaş e. Ji ber vê yekê em dibêjin divê ew kesên ku van bûyeran dane pê kirin jî daxilî dosyayê bên kirin.Mehkeme her car vê telebê red dike, lê em cardin vê teleba xwe bînin ziman.”(ÎLKHA)






 

Bu haberler de ilginizi çekebilir