• DOLAR 32.557
  • EURO 34.877
  • ALTIN 2428.003
  • ...
Bi milekî xwe li malbata xwe ya 5 kesî dinêre
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramazan Kayayê 40 salî yê ku dema 1 salî bûye şel bûye û her du ling û milekî xwe ji dest daye 26 sal e ku karê lûlê (sedef) dike û li malbata xwe ya 5 kesî dinêre.

Kaya diyar kir ev tunebûna 2 ling û milekî wî ji xebat wî re nave asteng û wî destnîşan kir ku ev 26 sal e ku bi karê sedefarê meşxul dibe û aboriya malbata xwe ya 5 kesî bi vî şiklê temîn dike.

Kaya diyar kir ev karê ku ew dike karê bavê wî bûye û ew bi vî karê sedefê teqdîr û pesna gelek kesan distîne. Kaya ragihand ku vî karê zor û zehmet bi milekî xwe tenê pêk tîne. Dûvre Kaya axavtina xwe wiha domand: “Ji xebatê re astengî tune. Dema ku însan bixwaze dikare bixebite. Dema destpêkê de min zehmetî kişand. Lê niha gelek xweş e. Xebat cehda însanê zêde dike.”

 “Ez wekê astengdarek tevger nakim”

Kaya belav kir ku wextê xwe exleb wek rûniştî derbas dike. Dûvre Kaya wiha pê de çû: “Qet nebe mirov mihtacê tu kesî nabe. Tu tenê bi serê xwe berpirsyariya xwe hildigirî. Êdî ne hewce ye ku tu kes berpirsyariya te hilbigire. Bes dema ku ez ji wesayîta bi akû peya dibim alîkarî li min tê kirin. Ji ber ku ez dixebitim kesên li hawîrdor li çeveke astengdar li min mêze nakin. Karê min jî wiha ye. Ez wekê kesekî normal dixebitim. Ez di nav civakê de ji wisa me.”

 “Ev karê bavê min bû”

Kaya wiha pêde çû: “26 sal e ku ez vî karê dikim. Ev karê bavê min bû. Ev huner ji dewra Selçûqî û Osmaniyan tê. Karekî bi zehmet e. Em jî di derbarê vî yekê de çi ji destê me tê dikin. Sibe di saet 08.30an de têm. Êvarê di saet 16.00an de diçim.” (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir