Malbata min bû 3 parçe
Malbatên Şernexî yên ku ev bû 3 meh mecbûr mane di konan de bijîn ji ber tiştê ku PKK bi wan daye jiyandin bertek nîşan dan.
Malbatên Şernexî yên ku ji ber çal û barîkatên PKKê mecbûr mabûn malên xwe terk bikin a niha li gundê Milgaşantiytê di konên ku vedane de hewil didin bijîn.
Malbatên ku hejmera wan tevda 350 kes e û rewşa wan a maddî nebaş e ev bû nêzî 3 mehan di van konên ku li gundê Milgaşantiyê danîne de bijîn.
Malbatên ku mecbûr mabûn malên xwe terk bikin diyar kirin mişkîleya wan a herî mezin kanalizasyon û av e.
“Çi anîn serê me , zilm li me kirin”
Kesekî Şernexî yê ku ev bû 3 meh di konan de dijî û nedixwast navê xwe aşkere bike di derbarê mijarê de diyar kir malbata wî ya ku ji 7 nefsî pêk dihat bûye 3 parçe.Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez û pîreka min, em li vir in, lawekî min çû Enqerê, 2 zarokê min û bûka min jî çûn Qoserê.Malbata min a ku ji 7 nefsan pêk dihat bû 3 parçe.Hûn halê me dibînin, gelo ji vê re gotin hewce dike?Em di konê de û pir germ e, em nizanin çi bikin? Me vê nedixwast.Çi tişt anîn serê me , zilm li me kirin.Me vê yekê anî serê xwe. Ker hene û heta ku ker hebin jî ew ê halê me bi vî awayî be.
“Me ji malên me derxistin, dan koçkirin û zarok û pîrekên me mecbûr man ku koçî xerbê bikin”
Kesê Şernexî di berdewama axavtina xwe de diyar kir mirov nikare hema piçekî jî van bûyeran biparêze û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Gelo Kurdîtî tenê li 3 bajêran heye? Na.Rojhilat û Başûrê Rojhilat seranser Kurd e.Gelo tenê yên li van her 3 bajêran Kurd in.Na. Çi anîn serê me. Me ji malên me derxistin, dan koçkirin û zarok û pîrekên me mecbûr man ku koçî xerbê bikin.Zarokên me axavtina bi Kurdî ji bîr kirin.Ev ne tiştekî asayî ye.”(ÎLKHA)