• DOLAR 32.597
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2494.749
  • ...
Ji Cemîyeta Mustezefan peyama Remezanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cemîyeta Mustezefan di derheqê tiştên divê ku di Meha Remezanê de were kirin de peyamek weşand. Di peyamê de cemîyet di serî de dildar û nûnerên xwe şîretê li Mislimanan kir.

Di peyamê de hat destnîşankirin bi taybet divê ku hertim Qur’ana Pîroz were xwendin û îdraqkirin, nimêj bi şiklekî baş were edakirin. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Pêwîst e ku di Meha Remezanê de bernameyên ferdî, malbatî û civakî were amadekirin. Gor derfetên xwe divê mirov wextê xwe di mescîd û mizgeftan de wextê xwe derbas bike. Di meha hanê ya ku Qur’ana Pîroz nazil bûye de divê ku em bi Qur’anê re hemhal bibin. Divê ku em bi nimêja şevê (tehecûd) şevên xwe îhya bikin. Pêwîst e ku em di Meha Remezanê de xwe terxanê Xwedê Teala bikin. Hemî birayên me di derbarê vî yekê de divê ku bername amade bike û gor bernamê tevger bike.”

Her wiha di peyamê de ji bo ku dawî li pevçûnên erdnîgara Îslamê were, xwîna ku diherike bisekine, tefrîqeya di nabeyna Mislimanan de ji holê rabe û biratî di vicûdekî de pêk were temenî hat kirin. Dûvre di peyama ku şîret li Mislimanan hat kirin wiha hat domandin:

“Gelî kesên ku bawerî anîne! Rojîgirtin çawa li ser umetên beriya we hatibû ferzkirin bi heman şiklê li ser we jî hatiye ferzkirin; da ku hûn (bi rojîgirtinê) xwe (ji ezabê Xweda) biparêzin.” (Sureya Beqereyê 183)

Dema ku Remezan destpê dike deriyên cinetê vedibin. Deriyên dujehê tên girtin û şeytan jî bi zincîran girê didin. (Muslîm)

Kesên ku rojî digirin heke dev ji karên ku bi direwan dike terk neke (haşa) Xweda mihtacê terkkirina xwarin û vexwarina wî/wê kesê nînin. (Buharî, Savm)

5 tişt di rojî û desmêjê de xêr nahêle: Derew, xeybet, birin û anîna xeberan, mêzekirina heramê ya bi şiklekî şehwetî, belesebeb (bi derew) sund xwarin. (Rumz El Ehadîs) (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir