• DOLAR 32.571
  • EURO 35.047
  • ALTIN 2427.984
  • ...
"Kesên ku bûyerê 6-7ê Cotmehê dane kirin ji teref hinek destên tarî ve tên parastin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mexdûrên 6-7ê Cotmehê diyar kirin ku kesên vî qetlîamê bi destê HDP/PKKyiyan dane kirin ji teref kesên veşartî ve tên parastin. Her wiha mexdûran diyar kirin ku ji roja ewil heta niha ji Demîrtaş Kişanak û Zumrutî gilîdar in lê hêj jî di derbarê wan de tu miemele nehatiye kirin.

Nêzê 2 sal berê Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Hasan Gokgoz û Riyad Guneş di 6-7ê Cotmeha 2014an de dema ku goştê qurbanê belav dikirin ji teref HDP/PKKyiyan ve hatibûn şehîdkirin.

Mexdûran destnîşan kirin ku ew ji rêvebirên HDPyî yên wekê Selahaddîn Demîrtaş, Gulten Kişanak û Zubeyde Zumruta ku qetlîamê bi HDP/PKKyiyan dabûn kirin gilîdar bûne. Nêzê 2 sal e ku ev bûyer qewimiye lê hêj jî di derbarê wan de ti miemele nehatiye kirin.

Xizmên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Hasan Gokgoz û Riyad Guneşî ya ku di 6-7ê Cotmeha 2014an de dema ku goştê qurbanê belav dikirin ji teref HDP/PKKyiyan ve hatibûn şehîdkirin di îfadeya ku dabûn polêsan de diyar kiribûn ku ji Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş, Serokê Bajarê Kevin a Diyarbekirê ya HDPê Zubeyde Zumrut û Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak gilîdar bûne.

 “Ez ji van kesên ku bûne sedema mirina lawê min gilîdar im”

Fîkrî Boruyê bavê Yasîn Boru yê ku dema goştê qurbanê li malbatên feqîr belav dikir bi şiklekî wehşiyane ji teref HDP/PKKyiyan ve hatibû qetilkirin îfadeya xwe anîbû ziman: “Yasîn Boru lawê min ê yekem bû. Wî di Lîseya Gaffar Okanî de pola 3yemîn dixwend. Sibeha roja bûyerê dema ku ji malê derket wiha axivî; ‘Ez dê biçim goştê qurbanê belav bikim.’ Berê êvarê bûyer qewimîn. Min jî bi telefonê li lawê xwe geriya. Lê telefona wî asê bû. Berê min got bûyer hene. Dibe ku li derekî sitirîbe. Dema ku roja din xeber nehat me dest bi lêgerîna wî kir. Lê me wî nedît. Min li nexweşxane û ewlehiyê mêze kir. Dûvre ez çûm mirîxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Li wir hinek kesan diyar kirin ku li wir ciwanek heye û xwestin ku ez lê mêze bikim. Li ser vî yekê min çû û lê nêrt. Dema ku min li rûyê wî mêze kir min nas nekir. Min wî ji nîşana li ser lingê wî û ji cil û bergên wî nas kir. Ez kesên ku lawê min ê Yasînî anaîne vî halê nas nakim. Kesên ku vî êrîşê kirine endamên rêxistinê ne. Kesên ku vî yekê anîne vî halê Selahattîn Demîrtaş, Zubeyde Zumrut û Gulten Kişanaka ku bi raya giştî axavtin kirine û vî yekê bi gel dane kirin. Ez ji van kesên ku bûne sedema mirina lawê min gilîdar im.”

 Oztekîn Dakakê bavî Ahmet Huseyîn Dakakê ku ew ji di heman rojê de bi Yasîn Boru re hatibû qetilkirin wiha axivîbû: “Ahmet Huseyîn Dakak zaroka min a 3 yemîn e. Roja ku bûyer qewimiye lawê min bi hevalên xwe re goştê qurbanê belavê feqîran dikir. Lawê min a ku goştê qurbanê belav dike li ser Cadeya Cengîzlera navçeya Baglarê ji teref alîgirên rêxistinê ve tê qetilkirin. Ez ji Selahattîn Demîrtaş, Zubeyde Zumrut û Gulten Kişanaka ku bi raya giştî axavtin kirine û vî yekê bi gel dane kirin giîdar im.”

Piştî qetlîamê Huseyîn Gokgozê kekê Hasan Gokgozî, Nîhat Guneşê birayê Riyad Guneşî û Şahabettîn Erê bavê Yusuf Erê ku ji bûyeran birîndar xilas bûbû di îfadeyên xwe de diyar kiribûn ku ji Selahattîn Demîrtaş, Zubeyde Zumrut û Gulten Kişanakê gilîdar in.

 “Kesên ku bûyerê 6-7ê Cotmehê dane kirin ji teref hinek kesên nediyar vê tên parastin”

Mehmet Gokgozê bavê Şehîd Hasan Gokgozî diyar kir digel gilîdariya wan a ji HDPyiyan di derheqê wan de tu tehqîqat nehatiye destpêkirin. Dûvre Gokgoz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesên ku bûne sedema qetla zarokên me di holê de dizivirin. Piştî qetlîamê em ji Selahattîn Demîrtaş, Zubeyde Zumrut û Gulten Kişanakê gilîdar bûn. Lê di gel nêzê 2 salan hêj jî di derhaqê wan de tu miemele nehatiye kirin. Tabî di derbarê kesên din de jî wisa. Li ser şîkayeta me tehqîqat dest pê nekiriye. Em vî yekê fêm nakin. Wekê ku tiştek tê veşartin. Kesên ku bûyerê 6-7ê Cotmehê dane kirin ji teref hinek kesên nediyar vê tên parastin.”

Nêzê 20 kesên ku mexdûr bûne ji rêvebirên HDPê gilîdar bûne. Lê digel vî yekê tu miemele û tehqîqat nehatiye dest pê kirin. Ev yek jî pirsa ‘çima’ tîne hişê mirov.

“Serekomar çendîn bar diyar kiriye ku Demîrtaş bang li gel kiriye û wan derêxistiye kolanan, lê tu dozger di derbarê vî yekê de fezleke amade nekirye”

Di derbarê mijarê de ji parêzerê dozê Abdulganî Orhan daxuyanî da. Orhan wiha axivî: “Malbata Yasîn Boru û malbatên şehîdên din gilîdar bûn. Her wiha gelek kesên birîndar jî gilîdar bûn. Ev çûn li ewlehiyê ji kesên ku van bûyeran dabûn kirin gilîdar bûn. Lê tu tiştekî nehat kirin. Ji me re gotin; ‘li me ewle bibin, mereq nekin.’ Lê dosyayê amade kirin û şandin Wezaretiya Edaletê. Ji wir pê ve herkesê xapandin. Serekomar çendîn bar diyar kiriye ku Demîrtaş bang li gel kiriye û wan derêxistiye kolanan, lê tu dozger di derbarê vî yekê de fezleke amade nekirye.”

 “Hinek kesên ku hatibûn gilîkirin zirxa wan a destnedayînê tunebû”

Parêzer Abdulganî Orhan li ser pirsa; ‘gelo zirxa destnedayînê lêpirsînê asteng dike? Orhan wiha axavtina xwe domand: “Ne! Serdozger fezlekeya xwe amade dike. Bi destûrdayîna Wezaretiya Karûbaêrên Hindirîn dişîne meclîsê. Heke meclîs bixwaze lêpirsîn dest pê dike. Heta niha di derbarê bûyerên 6-7ê Cotmehê de tu fezleke nehatiye şandin. Hinek kesên ku hatibûn gilîkirin zirxa wan a destnedayînê tunebû.”

 “Di derbarê kesên ku bûyerên 6-7ê Cotmehê dan kirin de fezlekeya tu parlementarê wek berpirsyar tune”

Orhan di derheqê pêvajoya destnedayîniyê de wiha axivî: “Di meclîsê de destnedayînî nehat rakirin. Ji wekîlên ku di meclîsê de fezlekeyên wan hebûn re destûr hat dayîn. Di derbarê kesên ku bûyerên 6-7ê Cotmehê dan kirin de fezlekeya tu parlementarê wek berpirsyar tune. Bes li Diyarbekir û Enqerê 2 lêpirsîn heye. Di derbarê sewqkirina kîn û nefretê ya gel de dosya hene. Heke ji vî yekê encamek derkeve û ev were yekkirin dibê ku bişînin meclîsê. Her wiha destnedayîniyên di derbarê rêvebirên HDP û DBPyiyan de jî nehatiye rakirin.”

 “Dema ku dozger bixwazin dikarin doz vekin lê tu kes di derbarê vî yekê de lêpirsîn venake”

Orhan diyar kir ku wan daxwaz kiriye ku dosyayên ku wek şikayet di derheqê rêvebirên HDPyiyan de hatiye bên yekkirin. Dûvre Orhan wiha ragihand: “Wek parêzger me di niştina yekemîn de vî diyar kir. Lê ev daxwaziya me hat redkirin. Ew dibêjin tu dosye negihaye destê wan. Ew dibêjiin bes ew dikarin diderheqê girtî û negirtiyan de biryar bidin. Ji niştina berê have vî yekê reddikin. Lijneya mehkemê di derbarê vî yekê de mafdar e. Heke dozger di derhaqê vî yekê de îdianame amade nekin mehkeme nikare tu tiştekî bike. Mehkeme yek û yek li dosyayên ku tê beriya wê mêze dike. Li cem dozgeran biryara weşartiyê heye. Dibêjin li me ewle bibin û mijarê asê dikin.”

Peyam hatibû dayîn ku her der bikin wekê Kobanê

Wekê ku tê bibîranîn beriya qetlîamê ji navenda Giştî ya HDPê daxuyanî hatibû dayîn. Di peyamê de hatibû diyarkirin ku her derê bikin wekê Kobanê. Dûvre Demîrtaş û hinek rêvebirên HDPê daxuyanî dabûn.

Zubeyde Zumrut saziyên Îslamî hedef girtibû

Ji berpirsyaran yekî jî Serokê Bajar a BDPê  Zubeyde Zumrut bû ku wê di Parka Koşuyoluyê de wiha bang li alîgirên xwe kiribû: “Em dizanin ku bes 400 komele piştgirî didin DAÎŞê.” Zumrut bi vî gotinê re komeleyên Îslamî kiribû hedef.

Her wiha roja ku êrîş dest pê kiribû Zumrut di radyoyekî ya ku li Diyarbekirê weşan dike de sazî û komeleyên Îslamî wek hedef dabû nîşandan.

Zumrut berê jî di sala 2012an de meha Nîsanê beriya bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê li Zanîngeha Dîcleyê bihatiba lidarxistin daxuyaniyên wiha şaşomaşo dabû û gel tehrîk kiribû. Piştî vî yekê êrîşkeran di zanîngehê de xwendekarên dîndar kêr kiribûn.

Dê Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî di 6ê Hezîranê de roja duşemê li Enqerê di Girtîgeha Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de were dîtin. (ÎLKHA)



 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir