• DOLAR 32.593
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2420.797
  • ...
Bi hezaran avahî çendîn roj e ku bê ceyran in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çendîn roj e ku gundên Cewz û Nêriba ku girêdayê navçeya Hênêya Diyarbekirê ne û gelek taxên li hawîrdor bê ceyran in. Gel destnîşan kir ku sedema vî yekê nelihavhatina karkerên ku girêdayê Enerjî-Sena DEDAŞê ye.

Mixtarê Taxa Cewzê Mehmet Gurgerçîn destnîşan kir ev 4 roj e ku taxa (berê gund bû) 200 malî û 6 hezar nifûsî bê ceyran e.

Gurgerçîn destnîşan kir ku ew wek niştecî ji kesên ku wan mexdûr kirine gilîdar in. Lewra heqê tu kesê tune ku bi hezaran kesan aciz û mexdûr bikin. Her wiha mixtar diyar kir kir ku tendirustiya hinek nexweşên wan girêdayê ceyranê ye. Ji ber ku çendîn roj e ku ceyran tune ew ji rewşa nexweşên xwe endîşadar in.

Gurgerçîn axavtina xwe ya di derbarê mexdûriyetê de wiha domand: “Me dabaş pirsgirêkê ji dewletê re ragihand. Tu kesî midaxaleya vî yekê nake. Bila yekî vê pirsgirêkê çareser bike. Nexwe dê em çareser bikin. Bila ceyrana me çêbikin û ji vî yekê re demildest çareseriyekê bikin.”

Ji niîteciyên taxê Recep yilmaz wiha bertek nîşan da: “Çima ceyrana taxa me dibirin? Gelo me çi kiriye? Çima di holê de tu tişt tune vî yekê tînin serê me? Dûvre Yilmaz diyar kir daxwaziya wan ew e ku ev pirsgirêk were çareserkirin.

Ji nişteciyan Omer Keklîk destnîşan kir ji ber DEDAŞ û karkerên ku têketine grevê ev ceyran hatiye birîn. Ji ber vî yekê ew zehmetiya avê dikêşin.

Mixtarê Taxa Neribê Azîz Demîr belav kir ev heftiyek e ku bi pirsgirêka ceyranê re rû bi rû mane û wî destnîşan kir ku ew bi mixtarê Nêribê Axan re ji bo demekî kurt vî yekê çareser kirine.

Mixtar Demîr wiha axivî: “Karkerên ku girêdayê KESKê ne pirsgirêk dernaxin. Ji bo vê yekê me bi Midûrtiya Giştî ya DEDAŞê re hevdîtin kir. Wan destnîşan kirin ku dê bi vî mijarê re eleqeder nebin. Me bi 25 mixtaran re daxwazname dan qeymeqamtiyê. Lê tu bersiv nehat. Divê ku dewlet dest bavêje vî mijarê.” (ÎLKHA)


 







































Bu haberler de ilginizi çekebilir