• DOLAR 32.367
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.305
  • ...
Misliman dê îşev rabin paşîvê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meha Remezanê ya mîr û şahê 11 mehan dê îşev bi paşîva herî ewil re dest pê bike.  Dê ewil bajarê Ardahanê di saet 02.31an detêkeve wextê berbangê. Bajarê ku dê herî dawî têkeve wextê berbangê di saet 03.54an de Mugla ye.

Dê ewil di saet 19.32yan de gelê Colemêrgê bifitire. Bajarê herî dawî ya ku dê bifitire di saet 20.53yan de Edîrne ye. Di Meha Remezanê de roja ewil dê herî zêde gelê Kirklareliyê wek 17 saet û 23 deqîqe rojî bigire. Bi heman şiklê roja ewil dê gelê Muglayê herî kêm wek 16 saet û 38 deqîqe rojî bigire.

Roja dawiyê ya Meha Remezanê dê ewil bajarê Ardahanê di saet 02.35an de, Mugla dê herî dawî di  saet 03.59an de têkeve wextê berbangê. Fitirandina herî ewil ya roja Meha Remezanê ya herî dawî dê gelê Colemêrgê di saet 19.38an de ya herî dawî ji gelê Edîrneyê di saet 21.00an de bike.

Dê nimêja terawîhan îşev dest pê bike. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir