• DOLAR 32.583
  • EURO 34.715
  • ALTIN 2491.92
  • ...
Şernexiyên ku di konan de dijîn: Şaredarî tinazê xwe bi me dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qedexeya derketina derve ya ku li Şernexê ji 14ê Adarê pê ve dest pê kiribû qediya, gelê ku ji ber vî yekê malên xwe terk kiribû û li gundên hawîdor û konan sitirî ji ÎLKHAyê re qala zehmetiyên ku di vî pêvajoyê de kişandiye kir.

Nêzê 300 malbatên ku li Gundê Milgaşantiya li ber Rêbeja Şernex-Cizîrê di nav konên nelihevhatî de hewl didin ku bijîn dê di vî rewşê de têkevin Meha Remezanê.

MAlbatan destnîşan kirin ji ber ku hewa germ bûye carinan ava sar jî tune ku vexûn û ji ber ku tim û tim nexweş dikevin mecbûr dimînin diçin nexweşxanê.

 “Kurd jî li me dixin Tirk jî”

Nezîr Taşarê ku ji ber qedexeya derketina derve hatiye li Gundê Milgaşantiyê bicî bûye wiha axivî: “Em Kurd in lê him Kurd him Tirk li me dixin. Her du alî jî me perîşan dikin. Em nizanin ku di binê vî yekê de çi heye. Her du alî jî malên me xirab dikin. Me tu tişttekî ji vî fêm nekir. Her du alî jî me dikujin. Pirsgirêkên me zêde ne. Lê em nikarin tu tiştekî bikin. Qenc û xirab dê em li pey rêyên aborî bigerin. Ji xwe ji xeynî vê yekê rêyekî din ji me re tune.”

Taşar destnîşan kir ku bi hatina Meha Remezanê dê şert û merc xerabtir bibin. Lewra mohtaciyên wekê qedemgeh û avê tune. Divê ku ev demildest werin çareserkirin.

 “Şaredariya Dêrgulê alîkariya me nake”

Taşar belav kir ku mala wan a li Şernexê xirab bûye. Dûvre Taşar wiha axavtina xwe domand: “Şaredariya Dêrgulê piştgiriyekî baş ji bo vir nake. Hemî hewlên me bê encam dimîne. Carek du car dermanê mêşan anîn Gundê Milgaşantiyê lê me tu fayde jê nedîtîn. Niha em din av mêşan de mane. Şaredarî tankêra avê naşîne da ku bê aviya me were çareserkirin. Di nav konê de germ e. Em dixwazin ku dewlet vî kêmasiyê bibîne û demildest ji vî yekê re çareserî bike. Lewra ev gel bê çare ye.”

Ji mexdûran Sedîk Batmaz bi despêka qedexeya derketina derve re ji ber bê derfetiyan mecbûr ma di nav konan de jiya. Batmaz destnîşan kir ku tu kesî xwedî li wan dernakeve.

 “Em 10 malbat heman qedemgehê bikartînin”

Batmaz destnîşan kir ku 10 malbat heman qedemgehê bikar tînin û ev yek jî ji aliyê tendirustiyê ve baş nînin. Dûvre Batmaz axavtina xwe wiha domand: “Em di Taxa Dîcleyê de dijîn. 3 meh e ku em li vir in. Tu kesî xwedî li me derneket. 3 meh e ku em heman qedemgehê bi kar tînin. Şaredariya wira xwedî li me derneket.”

 “Heke şaredarî bixwesta di nabeyna saetekî de dê pêrsgirêkên me çareser bikira”

Batmaz wiha axavtina xwe domand: “Em nizanin ku dê em biçin li  kû derê. Ji xwe mala me ya li Şernexê xirab bûye. Derfetên me tune ku em di şûna mala xwe de konek danin. Pirsgirêka me ya qedemgehê heye lê şaredarî alîkariya me nake. Şaredarî xwediyê her cûr derfetê ye.”

 “Şaredariya Dêrgulê tinazê xwe li me dike”

Kiymet Canera ku di derfetên zor û zehmet de bi 8 zarokên xwe re di nav konan de dijî diyar kir dema ku qedexeya derketina derve dest pê kir ji ber ku bê derfet bû hatiye li Gundê Milgaşantiyê sitiriye. Caner diyar kir ku mala wê ya ku li Taxa Bahçelîevlerê bû xirab bûye. Dûvre Caner wiha ragihand: “8 zarokên min hene. Em gelek mexdûr in. Me tu alîkariya şaredariyê nedît. Carinan qal tê kirin ku alîkarî li nişteciyên gund hatiye kirin. Lê zû diqede. Ji ber vî yekê nagihêje me. Gundî bixwe wekê ku ji me mexdûrtir in alîkarî ji şaredariyê distînin. Dema ku em ji bo alîkariyê diçin tinazên xwe li me dikin. Rewşa me pir xedar e. Di malê de tu kesî tune ku alîkariya me bike. Zarokên min hemî biçûk in. Ji ber ku mêrê min ajovanê qamyonê ye her tim di derveyê bajêr de ye. Meha Remezanê hat ez nizanim gelo çi bikim.”

 “Guh nedan dengê gel û gel perîşan kirin”

Ji mexdûran Abdulhamît Uzer diyar kir ku ji vî şerê zirarê herî zêde gel dîtiye. Her wiha wî bal kişand ku ne dewlet ne jî PKK gor berjewendiyên gel hereket nekirne. Dûvre Uzer wiha axivî: “Ez nişteciyê Taxa Bahçelîevlerê me. Ev gel li vir perîşan bû. Ev gel nedixwest ku wiha bûbûya. Heqê tu kesê tunebû kê vê yekê bianibûya serê me. Ne Dewlet ne jî rêxistin gor berjewendiyên gel hereket nekir. Gel bajaran wek terkkirî ji wan re hêşt. Niha rewş di holê de ye.”

 “Pirsgirêka me ya herî mezin av û qenalîzasyon e”

Abdulhekîm Batmazê ku di konê de dijî diyar kir ku pirsgirêka wan a avê heye. Wî diyar kir ku wek mexdûr wan çendîn car miraceatê şaredariya Dêrgulê kirine ku pirsgirêkên wan were çareserkirin. Lê ev yek bê bersiv maye. Batmaz wiha diyar kir: “Ji bo ku em av ji xwe re temîn bikin me ji binê erdê ve xortum kişandiye. Lê av nayê. Lewra gundî zevî û bostanên xwe av didin. Ev nayê heta vira. Ji jêrê ve şebekeya avê derbas dibe. Heke şardedarî ji wir ji bo me av bikişandiba dê rewşa me wiha nebûya.”

Şaredarî ji bo vîjandorê ji wan pere xwestiye

Batmaz diyar kir wan ji bo temîna av û ciyê ji şaredariyê makîne xwestine. Lê şaredariyê ji wan pere xwestiye. Dûvre Batmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şaredarî qet alîkariya me nekir. Ji bo qedemgehê me bi derfetên xwe çal vedan. Çal tîje bû. Ez ji bo vîdanjorê çûm cem şaredariyê. Ji min re gotin ‘dawiya heftiyê ye. Heke karker were divê ku hûn 200 lîrê yumye bidin.’ Li vir malbata min a nêzê 50 kesî heye. Gelo 200 lîre ji malbata min girîngtir e? (ÎLKHA)



 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir