• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Maden ber bi tunebûnê ve diçe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gelê navçeya Madena Xarpêtê diyar kirin ji ber ku Ocaxa Sifrê ya Madenê ji bilî ve hatiye asêkirin navçe jî ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber vî yekê gel bang li rêvebiran kir ku çareserî ji vî yekê re were dîtin.

Karkeran destnîşan kirin ku berê kargeha wan di herêmê de mezintirîn kargeh bû û nêzê 5 hezar karkeran dida xebatê. Lê ji ber ku kargeha wan hatiye asêkirin bêkarî zêdetir bûye û ji ber vî yekê tu kes di navçeyê de nemaye.

Ji bêkaran Yuksel Denîz diyar kir ku ew ji 2011an pêve di ocaxa sifrê de dixebitiya. Lê heftiyekê berê wî bi 74 kesan  re ji îş derxistine. Dûvre Denîz wiha axavtina xwe domand: “Diyar nînin ku çima me ji kar derêxistine. Vira aboriya herêmê bû. Berê nêzê 5 hezar kes li vir dixebitîna. Dewlet di sala 1993an de bi taybet kir. Ji wê çaxê pêve ocax têket nav pirsgirêkan û hat asêkirin.”

Denîz bal kişand ku kargehê ji bo 49 salan dewrê Holdînga Yildizlarê kirine û gor peymanê divê ku di vî pêvajoyê de karker ji kar neyên derxistin. Dûvre Çelîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha tu kesî naxebite. Tu kes gor qanûnan naçe.”

 “Berê ev fabrîqe deynê Tirkiyê dida”

Denîz destnîşan kir pêwîst e ku dewlet alîkariya Madenê bike. Denîz wiha ragihand: “Ji ber ku 74 karkeran meaşên xwe nedistandin kargehê dan mehkemê. Digel vî yekê nikarin perê xwe bistînin. Gelo Holdînga Yildizlarê ji dewletê mezintir e ku jê re qanûn naxebite.”

Ji karkeran Emrah Açikgoz wiha axivî: “Dema ku me nû dest bi kar kiribû medikariya ku em miaşên xwe bistînin. Carinan me di nav 6 mehan de jî nekarî meaşên xwe bistînin. Dema ku me rêvebiran ditît ji me re digotin pere tune. Ez jî ew çax ji kar derketim. 3 sal e ku ez ji îş derketim e. Lê hêj jî perê min ê 4 mehan di hindir da ye.”

Açikgoz diyar kir tê idîakirin ku sedema dirtinê wek ava bermayî didin nîşandan. Dûvre Açikgoz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Walitiya Diyarbekirê di derbarê ava bermayî de îqaz kir ku av bi jehr bû û dirijaya Çemê Dîcleyê. Ji ber vî yekê hatiye asêkirin.”

Açikgoz bal kişand ku ev ocax berê deynê Tirkiyê dida. Dûvre wek niştecî wiha axavtina xwe domand: “Ev febrîqe ji ber ku gelek mezin bû deynê Tirkiyê dida. Lê niha êdî îş tune. Şîrketên serabera hatine vir. Mifettişên ku tên vir dixwin û vedixwin dûvre diçin.”

 Maden bûye wekê bajarê xeyaletan

Ji esnafan Musa Dag diyar kir piştî ku kargeh hatiye asêkirin ji ber erdnîgara herêm a çiyayî însanan dest bi koçkirinê kirine. Dûvre Dag belav kir ku bi asêkirina febrîqê rewşa navçeyê gelek xirab bûye û ji ber vî yekê di navçeyê de 50-60 malbatan koç kirine.

Dag diyar kir ji ber ku nifûza navçeyê kêm bûye esnaf dikanên xwe asê kirine. Dûvre Dag wiha pê de çû: “ Lewra ji ber ku vir zêde dikan tune esnaf li bajarê Xarpêtê alvêr dike. Heke li vir sektora înşeatê tunebe vira xirab dibe.”

Esnafê bi navê Mehmet Dag jî ragihand ji ber ku li navçeyê berê kargeh hebû rewşa navçeyê baş bû. Ji ber ku fabrîqe hat asêkirin bajar bûye wekê bajarê xeyaletan. Dûvre Dag wiha axivî: “Gelek esnaf çû. Kesên ku rewşa wan baş bû çûn Xarpêtê. Rewşa me xirab e.” (ÎLKHA)


 

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir