Li 9 gundên Licêyê derketina derve hat qedexekirin
Li 9 gundên navçeya Licêya Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin.
Hat ragihandin ji ber operasyonên ku ew ê bên kirin li gundên Licêyê yên bi navê Uçdamlar, Guldîken, Yaprakkoy, Yorulmaz, Kiliçli, Bayirli, Yunluce, Gurbeylî û Baharlarê derketina derve hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn qedexeya derketina derve îro di seat 10.30an de dest pê kiriye û ew ê heta daxuyaniyeke din berdewam bike.(ÎLKHA)