• DOLAR 32.597
  • EURO 34.745
  • ALTIN 2498.673
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpayê dê di Meha Remezanê de bigihêje çendîn hezar malbatan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş diyar kir ku dê ew wek komeleya Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku navend wek Almanya ye di Meha Remezanê de xebatên xwe zêdetir bike û têgihêje malbataên xwedî mihtac.

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku li gelemperê 52 welatan karûbarên xwe birêve dibe û hewl dide ku di çarçova derfetên xwe de alîkariya malbatên xwedî mihtac bike dê hewl bide ku di pêvajoya Meha Remezanê de bigihêje karûbarên xwe di vî warê de bidomîne. Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş di derbarê mijarê de daxuyanî da. Ateş wiha axivî: “Roja ku me komelê damezrandiye heta îro di serî de Tirkiye em hewl didin ku têgihijin alîkariya kesên hêtîm, sêwî û mexdûr. Wek sazî me fealiyetên xwe yên sala 2015an bi raya giştî re parve kir. Wekê ku tê bibîranîn me alîkarî gihandibûn çendîn hezar malbatên xwedî mihtac. Em ji kesên ku dê di Meha Remezanê de alîkariya mihtac û mexdûran bike re teşekûr dikin.”

 “Li gelemperê dinyayê nêzê 400 milyon hêtîm hene”

Ateş temenî kir ku Meha Remezanê ji alema Îslamê û mirovahiyê re bibe wesîla xêrê. Dûvre Ateş wiha axavtina xwe domand: “Melûm e ku di Meha Remezanê de zengîn çêtir rewşa geqîran fêm dikin. Ji ber vî yekê em bang li xêrxwazan dikin. Em dibêjin di gelemperê dinyayê de nêzê 400 milyon zarokên hêtîm hene. Ji xeynî vê yekê bi milyonan însanên mexdûr hene. Em van însanan di fitarî, paşîv û îdê de tenê nehêlin.”

“Dê alîkarî li çendîn hezar însanên li Tirkiyê û Dinyayê were kirin”

Ateş di derheqê organîzasyona ku dê di Meha Remezanê de were kirin de daxuyanî da. Ateş wiha destnîşan kir: “Înşaellah dê li Tirkiyê di 15 noqteyên ji hev cuda de belavkirin pêk were. Em dê li Mereş, Midyad, Hezex, Cizîr, Manîsa, Qoser, Silopî, Nisêbîn, Trabzon, Sêrt, Batman, Farqîn, Tarsûs, Xarpêt, Aksarayê alîkariya feqîr û mihtacan bikin. Her wiha dê di Meha Remezanê de îftar were dayîn. Dê li Xezeya Filîstînê, ji welatên Asyayê li Srî Lanka û Filîpînlerê, ji welatên Afrîqayê li Togo, Gambiya, Uganda, Gîne Bîssau, Nîjer, Senegalê xwarina îfatrê were dayîn.”

“Hûn dikarin di nabeyna feqîr û zengînan de bibin pir”

Di dawiyaê de Ateş wiha beng li xêrxwazan kir: “Di vî Meha Remezanan mibarek de em bang li xêrxwazan dikin ku ji kesên feqîr û belengaz re bibin hêvî. Hûn dikarin  ji ser malpera webê ya Yetîm-Dera Ewrûpayê, ji nimreyên me yên îrtîbatê an jî bi wesîla nûnertiyên me yên dil xwaz zekat, fitre, sedeqe û xêrên xwe yên din bigihêjînin feqîran. Hûn dikarin di nabeyna feqîr û zengînan de bibin pir.” (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir