Li Rihayê serdegirtina PKKê:14 binçavî
Di serdegirtinên ku li gelek navçeyên Rihayê hatin kirin de digel çend rêvebirên DBP û KURDÎ-DERê tevde 14 kes hatin binçavkirin.
Hevserokê Navçeya Halîlîyê ya DBPê Îzettîn Gok, Hevseroka Navçeya Wêranşarê ya DBPê Xoşnav Ata, Rêvebirên KURDÎ-DERê yên Rihayê Ozgun Çelîk û Îbrahîm Kurt û kesên bi navê Mehmet Duvar, Eyyup Bagışkondu, Aytekîn Kiliç, Mustafa Hezer, Şemse Akin, Hurrîyet Seymen, Bahar Degmez, Mustafa Bazer, Îbrahîm Xelîl Çoban û Gulsym Çîçek bi îddîaya ji PKKê re kirina alîkariyê û bi îddîaya kirina propagandaya rêxistinê hatin binçavkirin.
Jêpirsîna 14 kesên di binçav de berdewam dike.(ÎLKHA)