• DOLAR 32.513
  • EURO 34.951
  • ALTIN 2438.846
  • ...
 "Pêwîst e em di Remezanê de qelbê xwe bi muhbetê tijê bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftiyê Bajêra Diyarbekirê Burhan Îşlîyen di derheqê meha Remezanê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Îşleyen di nirxandina ku kir de diyar kir îsal Serokatiya Karên Diyanetê ji bona meha Remezanê temaya ‘Werin em vê Remezanê û her tim qelban înşa bikin’ daye diyarkirin. Îşleyen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li her mizgeftên bajêr ew ê mukabele bê kirin û beriye nimjên ferz jî ew ê sohbetên Îslamî bên dayîn.Ew ê li hewşa Mizgefta Mezin ji bona 500 kesî kona fitarê bê vekirin.Birayên me yên muxtac ew ê karibin li vê derê heta Remezan xelas bibe fitara xwe bikin.Piştî fitarê ew ê hafiz û seydayên me Qur’anê bixwînin.Li gor rihê Remezanê ew ê b i Kurdî, Erebî û Tirkî îlahî û qesîde bên gotin.Her wiha ew ê axavtin û dia jî bên kirin.”

Îşlîyen di berdewa axavtina xwe de diyar kir berî ku wextê nimêja şeveqê bê edakirina nimêja teheccudê girîng e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di meha Remezanê de kesên xwedîkar divê ji kesên ku di bin destê wan de dixebitin re zehmetiyê dernexin.Divê neyê jibîrkirin heger ew ji bona kesên karker  alîkarî bikin ew ê Xweda jî ji wan re alîkarî bike.Bila heyata me ya piştî Remezanê ji ya Remezanê bi xêr û berekettir be.”

Îşlîyen di dawiya axavtina xwe de diyar kir pêwîst e em di Remezanê de qelbê xwe bi muhbetê tijê bikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir