• DOLAR 32.345
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2321.082
  • ...
Qur'an, pirtûkên Gulenî û belgeyên fermî yên ku avêtine nav çem hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Paluya Xarpêtê di Taxa Yeniyê ya ku wek Cumo tê navandin bi dehan Qur’ana Pîroz, elifba, di serî de pirtûkên Fetullah Gulenî bi sedan pirtûkên dînî û belgeyên di derbarê SODESê de wek avêt hat dîtin.

Doh di derdora saet 13.00 dema ku niştecî li ber Çemê Muradê derbas dibin li kêleka çem bi sedan pirtûk dibînin. Nişteciyên ku vê yekê dibînin gelek diheyirîn.

Li kêleka Çemê Muradê bi dehan Qur’ana Pîroz, elifba, di serî de pirtûkên Fetullah Gulenî bi sedan pirtûkên dînî û belgeyên di derbarê SODESê de wek avêt hat dîtin.

Qur’ana Pîroz avêtine nav çem

Welatiyên ku agahî dan ÎLKHAyê diyar kirin ku li hemberî vê yekê gelek heyirîne. Wan dest nîşan kirin ku berê Qur’anên Pîroz û pirtûkên dînî yên ku li hawîrdor hatine belavkirin berhev kirine. Her wiha nişteciyan diyar kirin ku ji xeynî vê yekê di nav Bendava Beyhanê de bi sedan dokuman û belgeyên fermî wek belavbûyî hatiye dîtin û dema ku devê bendavê vebûye ev dokuman di avê de winda bûne.

Pirtûk û CDyên Gulenî hat dîtin

Nişteciyan destnîşan kirin ku gelemperê pirtûkan yên Fetullah Gulenî bûne û ji xeynî van pirtûkan CDyê weazê yên Gulenî jî hebûye.

Gelek dokumanên di derbarê SODESê de hat dîtin

Hat dîtin ku gelek dokumanên di derbarê SODESê de, belgeyên fermî yên di derbarê Navenda Ciwaniyê ya Qovanciyan û Komeleya Perwerdehî û Alîkariyê de di nav çem de hatiye dîtin. Hat ragihandin ku ev dokuman di derbarê bacên benqa û saziyên fermî de bûne.  

Nayê zanîn ku kî van Qur’an û pirtûkan avêtiye nav Çemê Muradê.  

Li navenda Xarpêtê û navçeyên wê yên Qovanciyan û Paluyê de operasyona Saziya Paralelê

Her wiha îro Xarpêt wek navend li 3 bajar û 2 navçeyan operasyona Saziya Paralelê hat lidarxistin. Di encama operasyonan de 8 gumanbar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir