• DOLAR 32.351
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2308.823
  • ...
Barîna zipîkê cotkarên çîlekan mexdûr kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarên ku li gundê Resûlan, Akboga, Kazar, Yenbibahçe, Gerre û çend gundên din karê çandina çîlekan dikin ji ber zipîka ku li navçê bariya diyar kirin ew gelekî zêde zirar dîtine.Cotkarên mexdûr teleb kirin dewlet alîkariya wan bike.

Zipîka ku berî vê du rojan li Elezîz û hawirdora wê bariya bû zirareke gelek mezin da cotkarên çîlekan.Cotkar di derbarê mijarê de diyar kirin ew barîna zipîkê ya bi vî awayî hêvî nedikirin û ev barîn  zirareke mezin daye mehsûlên wan.

 “Nanê gundîyan ji çîlekan derdikeve”

Ekrem Kurnazê ku muxtarê gundê Hanevlerê ye di derbarê çandina çîlekan de diyar kir karê çandina çîlekan karekî bi zehmet e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di seat 04.00an de ji xew şiyar dibin û dest bi xepara çîlekan dikin.Her wiha ji ber xinzîr û barazan em di nav zeviya çîlekan de nobed digirin.Ev bû cara ewil ku zipîkeke bi vî awayî bariya. Her sal li temamê heremê nêzî milyonek lîre qezenç dihat bidestxistin, lê êdî  ew jî nema.”

Gundî ji kesên rayedar alîkariyê teleb dikin

Kurnaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku çandina çîlekan dikin û kesên ku çîlekan difiroşin ji ber barîna zipîkê mexdûr bûne û wiha pê de çû: “Ji bona tespîtkirina zirarê ji Midûrtiya Çandiniyê ya Navçeya Madenê komîsyoneke tespîta zirarê hat vir.Navê hemû kesî girtin û îmze avêtin.Li gundên me kesên ku zeviya wî bi sîgorte be tune ye, eger ku hebana ev yek pêk nedihat.Ji bona ku xelkê me mexdûr nebî em ji Serokomar, Serokwezîr û waliyê xwe teleb dikin bila alîkariya me bikin.”

 “Ji sedî 80ya çîlekên Elezîzê ji vir dihatin temînkirin”

Ji nîştecihên gund Huseyîn Unal diyar kir nanê gundîyan tenê ji çandina çîlekan derdiket û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em debara xwe bi çîlekan dikin.Karê çandina çîlekan karekî bi zehmet e. Dema ku ewil çîlek hatin çandin heta du salan mehsûl ji wan nikare bê girtin.Ji ber vê yekê em her roj giyayên di nava wan de dineqînin.Piştî du salan çîlek hêj nû mehsûlê didin.Dema ku me dest bi berhevkirina çîlekan kir ji ber ku komîsyonvan heqê çîlekên me baş nadin me, em mecbûr dimînin ku em bi xwe wan bibin bajêr û li wê derê bifiroşin.Bi rastî jî ev kar pir bi zehmet û meşaqet e.”

Unal di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber barîna zipîkê rez û çîlek ji sedî 90 zirar dîtine û wiha li dawî li axavtina xwe anî: “Komîsyona tespîta zirarê hat gund.Min  bi xwe jî bi komîsyonê re hevdîtin kir.Ji xwedîyên tapuyan xwestine ku bi şikleke fermî dîlekçeyê bidin.Em dixwazin ku dewlet alîkariya me bike.”

Mehmet Hanifi Kurnaz, Selahattin Kaya jî di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn ziman û diyar kirin ew ji ber barîna zipîkê mexdûr bûne û ji ber vê yekê alîkariyê teleb dikin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir