• DOLAR 32.574
  • EURO 34.868
  • ALTIN 2433.112
  • ...
SON DAKİKA
"Zekat temînata aşitiya civakê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Şenlîkê ku ji rîsipî û alimên herêmê di derhaqê zekata ku ji esasên bingeha dînê Îslamê ye de daxuyanî da. Şenlîk diyar kir ku zekat di Qur’ana Pîroz de gelemperî bi nimêjê re tê zikirkirin.

Şenlîk destnîşan kir ku Hz Ebûbekir bi qebîleyên ku ji dayîna zekatê revîne re şer kiriye. Şenlîk belav kir ku dayîna zekatê ji bo kesên dewlemend ferz e. Dûvre Şenlîk wiha li axavtina zêde kir: “Zekat, aşitiya di nav civakê de saz dike û sihet û tendirustiya civakê temîn dike. Zekat, di nabeyna zengîn û feqîrê de muhebbetê pêk tîne û tefrîqe û cudahiyê ji holê radike. Zekat, di nabeyna zengîn û feqîrê de ruhê alîkariyê zindî digire. Di civaka Îslamê de heta ku saziya zekatê hebe civak dê di nav aramî û aştiyê de bijî.”

 “Roja ku zekat di nav civakê de nayê dayîn heta îro civak dejenere dibin”

Şenlîk ragihand dema ku xwedî ihtiyaç zekatê distînin ji kesên ku zekat didin re teşekûr dikin. Ev yek jî helwestek baş e. Dûvre Şenlîk wiha pê de: “Dema ku mirovek ji yekî distîne di vê ku jê re wek dia bibêje ‘Xweda bereketê bixe nav malê te, Xweda malê te biparêze. Lewra kesê ku zekatê dide dema ku vî diayê dibihîse kêfxweş dibe. Rastî ev yek wefa û exlaqê qenc e. Dema ku kesê ehlê zekat dide nebî ku minetê bike.”

Her wiha Şenlîk anî bibîranîn divê ku alimên Îslamê di derbarê dayîna zekatê de emir bidin zengînan ku ew zewkatê bibin.

Kevneşopiya dayîna zekatê ya di meha Remezanê de

Şenlîk anî bibîranaîn ku kevneşopiya dayîna zekatê ya di meha Remezanê de ji dewra Hz Osmanî tê. Dûvre Şenlîk wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ev rewş piştî Hz Osmanî pêve di nav Ummetê de wek exlaq û kevneşopî cî girtiye. Dayîna zekatê di Meha Remezanê de bûye edet.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir