• DOLAR 32.572
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2427.42
  • ...
Xurekên Remezanê di dezgehan de cî girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xurekên remezanê yên ku di fitar û paşîvê de wekê xurme, tehin, dims û helewê yên ku dev jê nayê berdan di dezgehan de cî girtin.

Batmaniyan ji bo kirîn û firotinê bazar bi bazar digerin exleb xurekên remezanê yên ku di fitar û paşîvê de wekê xurme, tehin, dims û helewê yên ku dev jê nayê berdan dikirin. Heke gor fiyatên par bihayî hebe jî bi gelemperî bihayên xurekan zêde nînin.

H. Kahraman Demîrê ku çendîn sal e li Êlihê esnaftî dike wiha axivî: “Me amadehiya xurekên wekê xurme, tehin, dims û helewê yên ku dev jê nayên berdan kir. Hema hema amadehiyên me biqede. Xurekên me him taze ne him jî dê di Meha Remezanê de wek daxistî were firotin.”

 “Ji ber bereketa Remezanê carinan em nikarin telebên mişteriyan temîn bikin”

Ji Esnafan Recep Yanaç wiha ragihand: “Hefiyekê ji Remezanê re mabû me dest bi amadehiyê kir. ji ber ku tehin û dims zêde tê firotin me îsal cûreyên tehînên xwe zêde kir. Her wiha ji ber ku helewa malan zêde diçe em ji bo mişteriyên xwe tînin vir. Tehîna kuncî û ya Qonyayê heye. Bihayê xurekan gor sala par zêde nebûye. Ji ber bereketa Remezanê carinan em nikarin telebên mişteriyan temîn bikin.”

 “Bihayê xurmeyan zêde bûye”

Vasfî Gultekîn diyar kir ji ber ku xurme ji teref gel ve zêde tê sitandin bihayê wê îsal ji par zêdetir e û ji ber vî yekê hêj jî dezgaha xurmeyê amade nekirine. Gultekîn wiha axivî: “Îsal fiyeta xurmeyan zêdetir e. Bihayên xumeyan par di nabeyna 5-40 lîreyan de bû. Îsal ev biha bûye 8-45 lîre. Bihayê xurmeyan zêde bûye.”

Ji esnafan Ahmet Erçîn di derbarê amadehiya Meha Remezanê de wiha destnîşan kir: “Niha cûreyên xurmeyên me hatine. Wek par îsal jî fiyeta xurmeyan münasibe. Kîloya xurmeya Medînê 27 lîre, xurmeyê Qudsê 35 lîre ye. Her wiha xurmeyên Îran û Iraqê di nabeyna 8-10 lîreyan de ye.”  (ÎLKHA)























































Bu haberler de ilginizi çekebilir