• DOLAR 32.595
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2505.231
  • ...
Berpirsiyarê Şernexê yê PKKê hat kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li gundika Serê Gira girêdayê gundê Tepeliyê di operasyona ku li malekê hat kirin de 2 PKKyiyên ku tê diyarkirin berpirsiyarê Hezex û Şernexê ne hatin kuştin.Di operasyona ku hat kirin de esker û polêsek jî birîndar bû.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin îro di derdora seat 04.30an de di ser mala li gundika Serê Gir de hat girtin.Hat  ragihandin di mala ku di serdegirtin hatiye kirin de 2 PKKyî xwe veşartibûn.Di operasyona ku hat kirin de Kamîl Malgazê bi kod navê Nurhaq û Fuar Kaşbaşê bi kod navê Hesen hatin kuştin û her wiha di operasyonê de çawîşekî pîspor û polêsekî tîma taybet birîndar bû.

Kesên ku birîndar bûn rakirin nexweşxanê.Di operasyona ku hat kirin de 2 Keleşkof, 7 şarjor û bombeyeke destan hat bidestxistin.

Hat hînbûn PKKyiyê bi navê Kamîl Malgaz êrîşên bombeyî yên li Hezexê tertip dikir û mala ku PKKyî lê bûn bi balafira bê însan hatiye tespîtkirin.

Li gund fealîyetên lêgerînê berdewam dikin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir