• DOLAR 32.539
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2488.994
  • ...
Waliyê 50 bajarî hat guhartin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor qerarnameya ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin ji bo 24 bajaran waliyên nû hatin tayînkirin û waliyên 26 bajarî jî di nav xwe de cihê wan hat guhartin.

Li gor qerarnameya ku Rojnameya Fermî de hatiye weşandin navê waliyên ku nû hatine tayînkirin û navê cihên ku lê hatine tayînkirin bi vî awayî ne:

Sermifetişê Milkiyê Ebdullah Erîn ji bo Walîtiya Adiyamanê, Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Navxweyî Azîz Yildirim ji bo Walîtiya Afyonkarahîsarê, Serokê Daîreya Midûriya Giştî ya Îdareya Bajêran ya Wezareta Karên Navxweyî Aykut Pekmez ji bo Walîtiya Aksarayê, Qaymeqamê Şîşliyê Salih Işik ji bo Walîtiya Amasyayê, Qaymeqamê Sultanbeyliyê Îbrahîm Ozefe ji bo Walîtiya Erdexanê, Midûrê Giştî yê Personelan yê Wezareta Karên Navxweyî Muhterem Înce ji bo Walîtiya Artvînê, Qaymeqamê Keçîorenê Nusret Dîrîm ji bo Walîtiya Bartinê, Serokê Stratejiyê yê Wezareta Karên Navxweyî Îsmaîl Ustaoglu ji bo Walîtiya Bayburtê, Alîkarê Midûrê Giştî yê Îdareyên Mehelî ya Wezareta Karên Navxweyî Sileyman Elban ji bo Walîtiya Bîlecikê, Mişawirê Wezareta Erzaq, Çandinî û Ajalvaniyê Mesût Kose ji bo Walîtiya Çankiriyê, Qaymeqamê Sorgunê Alî Arslantaş ji bo Walîtiya Erzincanê, Mişawirê Hiqûqê yê Wezareta Karên Navxweyî Okay Memîş ji bo Walîtiya Gumuşhaneyê, Sermifetişê Milkiyê Cuneyt Orhan Toprak ji bo Walîtiya Hekkariyê, Sermifetişê Milkiyê Ahmet Turgay Alpman ji bo Walîtiya Îxdirê, Midûrê Giştî yê Îdareya Bajêran ya Wezareta Karên Navxweyî Rahmî Dogan ji bo Walîtiya Qersê, Serokê Daîreya Karên Îdarî û Malî ya Wezareta Karên Navxweyî Mehmet Aktaş ji bo Walîtiya Karabukê, Qaymeqamê Derînceyê Mesût Yildirim ji bo Walîtiya Kastamonuyê, Alîkarê Midûrê Giştî yê Personelan yê Wezareta Karên Navxweyî Îbrahîm Aktaş ji bo Walîtiya Nevşehirê, Serokê Daîreya Têkiliyên Derva yên Yekîtiya Ewrûpayê ya Wezareta Karên Navxweyî Mehmet Îlker Haktankaçmaz ji bo Walîtiya Kirikkaleyê, Sermifetişê Milkiyê Îsmaîl Çatakli ji bo Walîtiya Kilîsê, Qaymeqamê Salîhliyê Ertan Peynîrcîoglu ji bo Walîtiya Nîgdeyê, Serokê Daîreyê ya Midûriya Giştî ya Îdareyên Mehelî ya Wezareta Karên Navxweyî Davut Gul ji bo Walîtiya Sêwasê, Qaymeqama Akyurtê Tugba Yilmaz ji bo Walîtiya Yalovayê û Mişawirê Serokwezîriyê Kemal Yurtnaç ji bo Walîtiya Yozgatê hat tayînkirin.

Waliyên ku li navendê hatine wezîfedarkirin

Waliyê Edenê Mustafa Buyuk, Waliyê Afyonkarahîsarê Hakan Yûsif Guner, Waliyê Aksarayê Şeref Atakli, Waliyê Antalyayê Muammer Turker, Waliyê Amasyayê Îbrahim Xelîl Çomaktekîn, Waliyê Artvînê Kemal Cîrît, Waliyê Bayburtê Yusuf Odabaş, Waliyê Burdurê Hasan Kurklu, Waliyê Çankiriyê Vahdettîn Ozcan, Waliyê Çorumê Ahmet Kara, Waliyê Denîzliyê Şukru Kocatepe, Waliyê Erzîncanê Suleyman Kahraman, Waliyê Ixdirê Davut Haner, Waliyê Karabukê Orhan Alîmoglu, Waliyê Karamanê Murat Koca, Waliyê Qeyseriyê Orhan Duzgun, Waliyê Konyayê Muammer Erol, Waliyê Sêwasê Alîm Barut, Waliyê Tekirdagê Enver Salîhoglu, Waliyê Trabzonê Abdîl Celîl Oz, Waliyê Yalovayê Selîm Cebîroglu, Waliyê Yozgatê Abdulkadir Yazici

Waliyên ku cihjê wezîfeya wan hatiye guhartin:

Waliyê Semsûrê Mahmut Demirtaş bû Waliyê Edenê, Waliyê Bûrsayê Munîr Karaloglu bû Waliyê Antalyayê, Waliyê Mêrdînê Umer Faruk Koçak bû Waliyê Aydinê, Waliyê Rîzeyê Ersîn Yazici bû Waliyê Balikesirê, Waliyê Erdexanê Ahmet Denîz bû Waliyê Êlihê, Waliyê Kutahyayê Şerîf Yilmaz bû Waliyê Bûrdurê, Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk bû Waliyê Bursayê, Waliyê Nîgdeyê Necmettîn Kiliç bû Waliyê Çorûmê, Waliyê Erziromê Ahmet Altiparmak bû Waliyê Denîzliyê, Waliyê Qersê Gunay Ozdemir bû Waliyê Edirneyê, Waliyê Bartinê Seyfettîn Azîzoglu bû Waliyê Erziromê, Waliyê Batmanê Azmî Çelîk bû Waliyê Eskîşehirê, Waliyê Kastamonuyê Şehmus Gunaydın bû Waliyê Ispartayê, Waliyê Aydinê Erol Ayyildiz bû Waliyê Îzmirê, Waliyê Ispartayê Vahdettîn Ozkan bû Waliyê Kahramanmaraşê, Waliyê Kilîsê Sileyman Tapsiz bû Waliyê Karamanê, Waliyê Meletiyê Suleyman Kamçi bû Waliyê Qeyseriyê, Waliyê Colemergê Yakup Canpolat bû Waliyê Qonyayê, Waliyê Bîlecikê Ahmet Hamdî Nayir bû Waliyê Kutahyayê, Waliyê Îzmirê Mustafa Toprak bû Waliyê Meletiyê, Waliyê Kahramanmaraşê Mustafa Hakan Guvençer bû Waliyê Manîsayê, Waliyê Balikesîrê Mustafa Yaman bû Waliyê Mêrdinê, Waliyê Manîsayê Erdogan Bektaş bû Waliyê Rizeyê, Waliyê Eskîşehirê Gungor Azim Tuna bû Waliyê Rihayê, Waliyê Nevşehirê Mehmet Ceylan bû Waliyê Tekirdagê, Waliyê Gumuşhaneyê Yucel Yavuz bû Waliyê Trabzonê.


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir