Qezaya Trafîkê: 6 birîndar
Li ser Rêbeja Qûbîn(Beşiri)-Êlihê 2 wesayît lihev qelibîn. Di encama lihevqelibînê de 6 kes birîndar bûn.
Qezaya ku li ser Rêbeja Qûbîn(Beşiri)-Êlihê pêk hat di dedora saet 09.30yan de li hawîrdora Herêma Pîşesaziya Organîzeyê qewimî.
Gor agahiyên hatine bidestxistin wesayîta bi pleqeya 72 EH 345ê û erebeya bi pleqeya 44 LL 644ê lihev qelibîn. Di encama qezayê ya ku pêk hat de wesayîta bi pleqeya 72 EH 345ê teqle avêt.
Di qezayê de 6 kesên ku navê wan nehat zanîn birîndar bûn. Birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê ku werin dermankirin.
Hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)