Ji Kongreya Yekitiya Teqwîma Hîcrî ya Navneteweyî qerara yekitiyê
Ji Kongreya Yekitiya Teqwîma Hîcrî ya Navneteweyî ya ku li Stenbolê ji teref Serokatiya Karûbarên Diyanetê ve hat lidarxistin biryara 'bila yek salname were bikaranîn' derket.
Ji Kongreya Yekitiya Teqwîma Hîcrî ya Navneteweyî ya ku ji bo her dewletên Îslamê û Mislimanan girîng bû biryara ‘bila yek salname were bikaranîn’ derket.
Ji dewletên wek Erebistana Siûdê, Malezya, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emrîka (DYE), Qatar, Fas, Misir û Urdunê nêzê 50 rîsipî, astronom (asmangerr) û kesên ku mercîên biryarê de ne beşdarê kongreyê bûn. Di vî kongreyê de mijra teqwînê 3 roj ji teref kesên pispor ve hat nîqaşkirin.
Beşdaran di derbarê bikaranîna salnameya li alema Îslamê de reng dan. Di encama rengdanê de biryar hat dayîn ku dê yek salname were bikaranîn.
Piştî encama raydanê Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez wiha axivî: “Ji kongreyê wehdet derketiye. Biryar hatiye dayîn ku tenê teqwîmekî were bikaranîn. Ev yek jibo alema Îslamê bibe wesîla xêrê.”
Görmez dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez hêvîdar im ku ev civîn îxtilafa 60 salî ya di nabeyna Mislimanan de rake û bi taybet hemî Mislimanên li her derê dinyayayê di nav îbadet, şahî, wehdet, yekitî û biratiya de bijîn.” (ÎLKHA)