• DOLAR 32.369
  • EURO 35.027
  • ALTIN 2325.78
  • ...
"Divê ku Tirkiyê xwe navêje bextê marê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xaziyan di salvegera 6emîn a êrîşa ku li Keştiya Mavî Marmarayê hatibû kirin de axivîn. Wan destnîşan kirin ku dê qet Îsraîl dorpêçiya Xezeyê raneke. Ji ber vî yekê lihevhatina bi Îsraîlê re wekê ku xencer li dilê Ummetê bidin e.

Ji xaziyên Mavî Marmarayê Huseyîn Solmuş diyar kir roja ku Îsraîl li herêma Rojhilata Navîn bicî bûye heta îro li Filîstînê zilm li Mislimanan dike. Ji ber embargoya ku Îsraîl li dijî Xezeyê pêk tîne li herêmê dramek gelek mezin heye.

Solmuş bal kişand ku gelê Filîstînê helwesta Tirkiyeyê ya ji bo Keştiya Mavî Marmarayê gelek baş dîtiye. Dûvre Solmuş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em div an rojên dawî de dibin şahid ku di pişt perdê de bi Îsraîlê re hevdîtin pêk tê. Ev yek gelek çewt e. Çima hikûmet mecbûrê Îsraîlê ye yan jî çima hewl dide ku bi Îsraîlê re li hev were? Rastî em vî yekê fêm nakin.”

Solmuş anîbibîranîn ku 10 birayên wî hatine şehîdkirin. Bes ev yek jî sûcê cengkirinê ye. Dûvre Solmuş wiha axavtina xwe domand: “Hêj jî hinek birayên me yên xazî tedawiya fizîkî dibînin û nehatine hemdê xwe. Dema ku rewş wihaye gotinên wekê ‘em nêzê aşitiyê ne, Îsraîl dostê me ye’ me gelek xemgîn dike. Ev wekê ku dilê Ummetê were xencerkirin e.”

Somuş wiha pê de çû: “Piştî bûyera Mavî Marmarayê hûn di nav Ummetê de bi şiklekî baş dihatin bibîranîn. Îro gelo çi bû ku we gavên xwe li paş avêt û hûn mecbûrê Îsraîlê bûn? Tirkiye li Herêma Rojhilata Navîn de ji aliyê aborî û siyasî ve niyazmendê tu kesî nînin û Îsraîl jî şewilandî, sitûxwar û çilmisandî ye. Hûn di derbarê çi mijarê de li hev tên?”

 “Dê destê şehîdên Filîstînê di qirika we de bibe”

Solmuş bang li hikûmetê kir û dûvre wiha axivî: “Nebi! Bila bi Îsraîlê re lihev neyên. Ev qas hewl dan û zehmetî kişandin. Heke poşman bibin an jî li hev werin dê Ummetê birîndar bikin. Dê di Mehşerê Kubra de destê gelê Filîstînê, şehîd, xaziyan di qirika we de bibe.”

Hewr wiha Solmuş anî bibîranîn ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji Îsraîlê re gotibû ‘Îsraîl dewletek teror e.’

 “Divê ku Tirkiyê xwe neavêje bextê marê”

Ji xaziyên Mavî Marnarayê Mehmet Alî Zeybekê ku 9 berik lê ketibû axavtina xwe wiha belav kir: “Îsraîl her roj gelê Îsraîlê mexdûr dike. Em dê heta ku ev mexdûriyet ji holê rabe tekoşîn bikin. Heke dewlet li vî bûyera ku hat serê me xwedî derketiba dê gor di nav behrên navneteweyî de tedbîrên xwe bigiraba.”

Zeybek bal kişand di pêvajoya ku Tirkiyê tenê maye de hewl tê dayîn ku Tirkiyê biavêjin bextê marê. Zeybek Îsraîlê şibihand marê û dûvre wiha belav kir: “Heke Tirkiye ketibe nav behrê divê ku xwe neavêje bextê marê. Lewre divê Tirkiye bizanibe ku dê ew mar him pê ve bide û him jî wê bikêşe binê avê.”

Zeybek bal kişand ku dê ew tu car Îsraîlê qebûl nekin. Dûvre Zeybek wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heke pêvajoya hiqûqî were cî, tezmînat were dayîn û heta dorpêçkirin rabe jî em ji Îsraîlê razî nabin. Lewra polîtîqaya wê û hebûna wê ya bi hov û wehşiyane di holê de ye. Ew dema ku firset dibîne gel qetil dike. Heke Îsraîl dixwaze bila her cûr tekiliyî û peymanê bi Tirkiyê re bike. Lê em tu car wê qebûl nakin. Di derbarê vî yekê de çi bertek hewce bike dê em nîşan bidin.” (ÎLKHA) 


 









Bu haberler de ilginizi çekebilir