• DOLAR 32.331
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2282.233
  • ...
Şideta teqîna li Silopiyê serê şeveqê derket holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şideta teqîna teqemeniya ku ji teref PKKyiyan ve li navçeya Silopiya Şernexê hatibû teqandin serê şeveqê  derket holê.Di teqîna ku pêk hatibû de 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 27 kes jî birîndar bûbûn.

Li ser Kolana 10emîn a Taxa Yenîşehîra Silopiyê doh di derdora seat 19.30an de di dema derbasbûna wesayîta bi zirx a polêsan de teqemeniya ku di rê de hatibû bicîkirin hat înfîlakirin.Di encama teqînê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn di nava kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane naskirîyên Parlementerê Kevin a AK Partiyê Îbrahîm Haki Bîrlîkî jî hene.

Texrîbata teqîna ku li navçê pêk hat di wextên şeveqê de derket holê.Hat dîtin ji ber tesîra teqînê dîwarên hinek mal û dikanan hilweşiyane û di rê de jî çaleke mezin vebûye.Her wiha hat dîtin gelek wesayîtên parkkirî jî ji teqînê zirar dîtine.

Di êrîşa ku doh hatibû kirin de kekê Rizgîn Bîrlîkê Serokê Kevin ê Bajêr a AK Partiya Şernexê Ekrem Bîrlîk (55), neviyê wî Kubra (Halîme) Bîrlîk(8),  Îsa Torlak (68) û Davût Yoksul (19) jiyana xwe ji dest dane.Her wiha hat ragihandin kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane naskiriyê Leyla Bîrlîka HDPyî ne.

Kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyên li Cizîr û Êlihê.

Her weke ku tê zanîn di êrîşa ku doh hatibû kirin de 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 27 kes jî birîndar bûbûn ku ji van birîndaran 5 kes polês in û yên din jî siwîl in.

 Ji bilî van agahiyan hat hînbûn cenazeya kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane ew ê teslîmî malbatên wan bên kirin. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir