• DOLAR 32.393
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.63
  • ...
Nasnameya kesên ku di êrîşa Silopî de miribûn diyar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nasnameyên kesên ku di êrîşa Silopî ya ku di dema derbabûna wesayîta polêsan pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dabûn diyar bû.

Gor agahiyên hatine bi destxistin di êrîşê de kekê Rizgîn Bîrlîkê serokê bajêr ê kevin a AK Partiya Şernexê Ekrem Bîrlîk (55), neviyê wî Kubra (Halîme) Bîrlîk û Îsa Torlak (68) û Davût Yoksul (19) jiyana xwe ji dest dane. Dîsa dayîka Îbrahîm Hakki Bîrlîkê ku parlementerê kevin yê AK Partiyê bû Halîme  Bîrlîk wek giran birîndar e û wê sewqê Êlihê kirine. Her wiha dayîka Kubrayê Elîfê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û bavê wê Serdar Bîrlîk jî sewqê Êlihê kirine.

Hat ragihandin kesên ku jiyana xwe ji dest ane xizmên Leyla Bîrlîka ku HDPyî ye bûn.

Ji aliyekê din ve di derbarê êrîşê de ji teref Walîtiya Şernexê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Li naveçya me ya Silopiyê de ji teref rêxistina terorê ya PKK/KCKyê ve bombe hatibû bicîkirin. Di encama êrîşê de 4 welatiyê me jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî bi şiklekî xedar birîndar in. Her wiha 5 polês û 8 welatiyên me ji bi şiklekî sivik birîndar bûne.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir