• DOLAR 32.37
  • EURO 34.992
  • ALTIN 2324.852
  • ...
Umut-Derê alîkariya Şernexiyên ku mexdûr bûne kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Banqeya Zada Umut-Dera Êilhê ya endamê Platforma Alîkariya Kerwana Umudê 250 qoliyên alîkariyê li Şernexiyên ku ji ber pevçûnan mexdûr bûne kir.

Di derbarê mijarê de Serokê Giştî yê Umut-Dera Êlihê Halîl Gergîn daxuyanî da. Gergîn diyar kir ku wan wek komele alîkarî li malbatên ku ji ber pevçûnan mexdûr bûne kirye û alîkariya wan a di derbarê vî mijarê de bê navber didome.

Gergîn bal kişand ku ji teref komeleyên alîkariyê yên ku girêdayê Platforma Alîkariya Kerwana Umudê ve ne alîkarî li malbatên ku ji ber pevçûnan mexdûr bûne û malên xwe terk kirine hatiye kirin. Her wiha Gergîn belav kir ku wek Banqeya Zada Umut-Dera Êilhê wan alîkarî li malbatên ku ji Şernex, Nisêbîn, Cizîrê hatine û li Êlihê sitirîne kiriye.

Gergîn destnîşan kir ku wek Banqeya Zada Umut-Dera Êilhê wan 250 qoliyên alîkariyê li malbatên ku ji Şernexê hatine li bajaroka Dêrgula Şernexê sitirîne belav kirine. Dûvre Gergîn wiha pêde çû: “Bi destpêkirina bûyerên li Nisêbîn, Cizîr, Silopî û Şernexê re nişteciyên heman deran bûne penaber. Niha em alîkarî li wan dikin. Berê jî Platforma Alîkariya Kerwana Umudê çendîn car alîkariya van malbatên mexdûr kiye. Ev malbatên ku mexdûr bûne wek gelî Sûrî ne. Divê ku mirov alîkarî li van malbatên ku mexdûr bûne bike.”

“Dibe ku em jî têkevin rewşa van malbatan”

Gergîn anî bibîranîn pêwîst e ku alîkarî li van malbatên mrxdûr were kirin. Gergîn wiha li axavtinsa xwe zêde kir: “Ev wezîfeya me ya him Îslamî him jî însanî ye. Wek Banqeya Zada Umut-Dera Êilhê em alîkarî li welatiyên xwe yên Şernexê yên ku hatine li bajaroke Dêrgulê bûne dikin. Em birayên xwe tenê nehêlin. Dibe ku em jî têkevin rewşa van malbatan. Zarokên wan perîşan in. Meha Remezanê û hewayê germ nêzik dibe. Ev însan mihtacê xwarin û vexwarinê ne. Divê ku hemî xêrxwaz ji vî yekê re heses bibin.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir