• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Serokwezîr bang li Diyarbekiriyan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Diyarbekirê beşdarê merasîma vekirina pêkveyî bû û wî di derbarê xebatên ku li bajêr pêk tê de agahî da.

Yildirim di destpêka axavtina xwe de qala peyamên biratiyê kir. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Îro em ji bo ku birayên xwe hembêz bikin virin. 10 roj berê ez hatibûm Diyarbekirê. Ez çûm Gundika Baqewsa Sûra Diyarbekirê. 16 birayên me ji teref PKKyiyan ve bi teqemeniyê hatin qetilkirin. Ji bo ku em rûyê çewt a rêxistina terorê bidin nîşandan çûn wir.”

 “Diyarbekir kurtaisya Tirkiyê ye”

Yildirim bal kişand armanca wan ew e ku her zeviyên li Diyarbekirê bikarin av bidin. Dûvre Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wateya Diyarbekirê biratî ye, Tirkiye ye. Diyarbekir kurtaisya Tirkiyê ye. Armanca me ew e ku her zeviyên li Diyarbekirê were avdan. Rêxistina terorê ji bo ku bendava Farqînê neyê avakirin çi ji destê wê tê dike. Her astengiyê ji bo vî yekê derdixe. Lê ew çi dikin bila bikin gelê Diyarbekirê minet ji vî yekê hilnayne. Dê em ji bo Bendava Farqînê avê bînin. Ew dizanin ku heke Bendava Farqînê were sazkirin dê Diyarbekir dewlemend bibe.”

Yildirim di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ku dê avahiyên di navçeya Sûrê de ji nû ve saz bikin. Dûvre wiha pêde çû: “Di beriya me de rojên xweş hene. Dê sibeyên me xweştir, pêşeroja me jî dê ji îro ronîtir bibe. 6 taxên navçeya Sûrê anîn çi halê. Bi bombeyan çal vedan û zirarê dan berhemên dîrokî. 4 hezar birayên me ji mal û warên wan kirin. Wek AK Partî em birînan dipêçin. Me zirarên esnafê wek neqdî da. Em dê esnafê mexdûr nekin.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir