Li Diyarbekirê operasyona PKKê: 42 binçavî
Di encama operasyonên ku li Diyarbekirê li dijî PKKê hat kirin de 42 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku li Diyarbekirê di bergeha PKK/KCKyê de operasyonên berfireh hat lidarxistin. Di encama operasyonan de 42 kes hatine binçavkirin.
Di derbarê mijarê de ji teref serdozgeriyê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxyuyaniyê de hat diyarkirin ku di bergeha lêpirsînê de M.D.A, M.B, Ş.K, O.K, M,O, Y.T, M.E, O.A, û E.N ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ve hatine binçavkirin û miemeleyên wan didome.
Her wiha hat diyarkirin ku di bergeha heman lêpirsînê de 12 kesên gumanbar ên bi navê Ş.K, M.K, M.T, H.B, Z.B, T.D, Î.T, N.K, E.Y, A.Y, A.O û A.K ji teref Fermandariya Cendirmeyên Bajarê ve hatine binçavkirin. Miemelyên wan didome.
Di domahiya daxyaniyê de hat belavkirin ku 21 gumanbarên bi navên R.P, R.A, M.U, O.A, M.H.A, R.Ç, A.O, Y.E, Î.D, U.A, H.O, E.K, M.N,A, Y.T, Z.K, R.E, A.E, B.T, H.A, B.B û H.B ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ve hatine binçavkirin û miemeleyên wan didome. (ÎLKHA)