• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Fetha Diyarbekirê roja azadiya gelê Kurd e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gelê Kurd 1376 sal berê di 27ê Gulanê de piştî ku Diyarbekir hat fetihkirin ji tarîtiya koletî û cehaletê derket ronahiya azadî û ilmê. Bi fetha Diyarbekirê re gelê ku ji şewq û azadiya Îslamê re tî bûbû gihaşt armanc û daxwaziya xwe.

Bajarê Amedê bi çendîn sal di bi teghekûma hêzên emperyalîst ên wekê împaratortiyên Sasani û Bîzansê de bûn piştî ku artêşa Îslamê bi Sehabiyan bajarê fetih kir dawî li vî zilm û tehekûmê hat.

Gelê Amedê ya ku azadiya xwe 1376 sal berê bi fetha bajarê re bi dest xist jî wî rojê pê ve destûrê nedaye ku ev ax têkeve bin tehekûma kufrê.

Piştî ku gelê kurd bi wesîla vî fethê re Îslamê nas kirin rola wê ya di sehneya dîrokê de zêdetir bû. Gelê Kurd a ku bi Îslamê re ji nû ve vejiyan di ilm û zanist, huner, edebiyat û çanda bajarvaniyê de gavên mezin avêtin û di rûpelên gûzîde yên dîrokê de ciyê xwe girt.

Gelê Kurd, di nav xwe de gelek alim, arif, fermandar û micahîd hewandiye. Di sehneya dîrokê di serî de fatîhê Qudsê Selahaddînê Kurdî el Eyyûbî tê. Gor agahiyên ku di nav çavkaniyan de derbas dibe ji bo fetha Qudsê gelek micahîd ji bajarê Diyarbekirê çûne û beşdarê fethê bûne û micahîdan wek fermandar Selahaddînê Eyyûbî ji xwe re hesibandin. Piştî ku fetha Qudsê gihaştibû Diyarbekirê dengê tekbîran ji bajarê bilind bûbû.

Bi fetha Duyarbekirê ya ku di 27ê Gulana 639 a Mîladî de pêk hatibû re deriyên Anadolê ji Îslamê re vebû. Axê Amedê ji fetha bajarê ya ku ji teref Sehabeyan ve pêk hatibû heta îro gelek xizmetê ji alema Îslamê re kiri ye. (ÎLKHA)


 























Bu haberler de ilginizi çekebilir