• DOLAR 32.326
  • EURO 35.113
  • ALTIN 2303.134
  • ...
 "Bes tirsa Xweda mirov ji gunehan diparêze"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parêzer, nûnerên STKyan û welatiyên ku sûcên ji teref însanan ve tên kirin û roj bi roj zêde dibe nirxandin. Wan diyar kirin heta ku ev valahiya derûnî ji holê ranebe û mirov ji Xweda netirse mimkûn nînin ku sûcên di nav civakê de xilas bibe.

Parêzer û Nivîskar Huseyîn Kurşun destnîşan kir ku di van rojên dawî de bikaranîna tiryakê, dizî û kuştin zêde bûne. Kurşun diyar kir ku ev tişt ji kêmasiya manewiyatê diqewime. Kurşun bal kişand pozber kirina li gel a çanda berxwarinê dibe sedema serîlêdana rê û rêbazên xeyrî meşrû. Dûvre Kurşun wiha axavtina xwe domand: “Di çanda ku berxwarin zêdeye de dema dema ku kesek nekarî tiştekî bikar bîne û îstîfade bike ew kes diqehere. Ev yek jî însanan sewqê rê û rêbazên xeyrî meşrû dike.”

Kurşun wiha pêde çû: “Ji aliyekî din ve çanda nûjen mirov tenê dihêle û mirov sewqê xwe bixwe dike ku ev yek jî nefsa mirov tehrîk dike. Jiyana kesatî ew e ku mirov xwe tenê dihesibîne û hêvî daxwaziyên xwe ya ku wek asteng beriya mirov e wek armanc tê dîtin. Şexsê ku xwediyê vî hişmendiyê ye mêr jî dikuje, dizî dike û bi sûcên din eleqedar dibe.”

Kurşun belav kir heta ku tirsa Xweda din av dilê mirov de tunebe mirov têkilê her sûcê dibe. Dûvre Kurşun wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beriya her tiştê divê ku di dilê mirov de baweriya Îslam û îmanê hebe. Lewra polêsa herî mezin ya din av dilê mirov de ye. Yanê hûn çiqas jimara polêsan zêde dikin bikin û ji her însanekî re polêsek tayîn bikin bes hûn dikarin heta derekî sûcan kêm bikin.”

 “Di civakî de kêmasiya baweriyê heye”

Serokê Şaxa Entabê ya Cemiyeta Mustezefan Mustafa Ozaslan diyar kir ku di nav civakê de kêmasiya eqîde û baweriyê heye. Dûvre Ozaslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku nifşa nû ji manewiyatê û baweriya xwe dûr e belavbûna fikr û ramanên cuda zêde dibe û ev yek jî rêjeya sûcê zêde dike. Di civakî de kêmasiya baweriyê heye. Ev kêmasiya baweriyê di civakê de roj bi roj zêde dibe. Ji ber vî yekê hûn çiqas civakê terbiye dikin bikin, hûn derfetên madî çiqas zêde dikin bikin heta ku di civakê de hişmendî û nêrîna baweriyê tunebe û hûn viwanan bi Îslam û îmanê re nedin naskirin manewiyata ciwanan bes bi madiyatê baş nabe. Ji bo ku rêjeya sûcan kêm bibe divê ku di civakê de bandora bawerî û manewiyatê hebe.”

Ozaslan destnîşan kir ku wezîfa STK û civakê gelek e. Dûvre Ozaslan wiha belav kir: “Heke hûn civakê bi Qur’an û Îslamê re bidin naskirin dê ev pirsgirêkên din av civakê de kêm bibin. Ji ber vî yekê divê ku ji bo ciwan û civakê bernameyên ku manewiyatê di nav xwe de dihewîne were amadekirin.”

 “Bandora dîziyên di televîzyonê de li ser civakê heye”

Ozaslan diyar kir ku dîziyên di televîzyonê de civakê neyînî bandordar dike. Dûvre Ozaslan wiha pê de çû: “Bandora dîziyên di televîzyonê de li ser civakê heye. Bi taybet dîziyên ku ciwanan sewqê sûc û gunehan dike tê nişandan. Ji ber vî yekê televîzyon di derberê vî yekê de vivakê bandordar dike.”

Ji welatiyan Omer Karacan diyar kir ku sedema rêjeya sûcên zêde elamet e ku ew welat ji aliyê aboriyê ve pêşve neçûye. Her wiha Karacan ragihand ku herî zêde tirsa Xweda mirov ji gunehan dûr dixe. Dûvre Karacan wiha axivî: “Herî zêde tirsa Xweda mirov ji sûc û gunehan dûr dixe. Bê guman tirsa Xweda girîng e. Lê bi vî yekê re aborî jî girîng e. Li Tirkiyê qanûn însanan ji gunehan dûr naxe.”

 “Divê ku dê û bav zarokên xwe bişînin mizgeftan”

Mamê Mehmet wiha bang li dê û bavan kir: “Heke însan bixwazin dikarin têkiliyê sûca nebin. Heke mirov tirsa Xweda bizanibe têkiliya gunehê nake. Ev hemî ji cehaletiyê diqewime. Nezanî û bê perwerdehî… Dema ku perwerdehî tunebe însan nagihêje tu derê. Divê ku dê û bav zarokên xwe bişînin mizgeftan.” (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir