• DOLAR 32.511
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2490.85
  • ...
Li Ewrpayê ji bo xwendekaran mecbûriyeta dest dirêjî hevkirinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Basel-Landschafta Swîsrê ji ber ku xwendekarên Misliman destê xwe nadin mamosteyên xwe di derbarê vî mijarê de Daîreya Perwerdehî û Hînkariyê telîmatek weşand ku ku xwendekarên Misliman jî destê xwe bidin mamosteyên xwe. 

Hat ragihandin ku di Dibistana Therwîla Swîsrê de 2 birayên xwendekarên ehlê Sûrî (14 û 15 salî) ji ber ku destê xwe nedane mamosteya xwe biryarekî wiha hatiye dayîn.

Birayên Sûrî destnîşan kir ku dînê Îslamê temasa bi bedena pîrekan re ji Mislimanan re heram hesibandiye. Ji ber vî yekê wan destê xwe nedane mamosteya xwe. Li ser vî mijarê rêvebiriya dibistanê li Swîsrê ji b ovan xwendekaran wek destûrek taybet misade dabû wan ku destê xwe nedin mamosteya xwe.

Lê Dibistana Basel-Landschaftê vî destûrê rakir. Wek binasî jî dibistanê diyar kir ku mijara wekheviya jin û mêrê ji azadiya dînê girîngtir e. Di biryarê de wek:”Dest dayîna hev ji ber vî yekê dibe ku ji teref mamosteyan ve were daxwazkirin.” Hat diyarkirin. Her wiha hat diyarkirin heke ev daxwaz ji teref xwendekaran ve were redkirin dê wek ceza ji xwendekarê re 5 hezar Frank (4 hezar 500 euro) were birîn.

Ev geşedana ku di raya giştî de bûbû sedema rexneyan bi heman şiklê ji malbata Sûrî re jî pirsgirêk derxistibû. Melayê bavê her du xwendekaran di sala 2001an de koçê Swîsrê kiribû. Hat ragihandin ku  meqamên Swîsrê meha borî ji malbatê rê nivîsek şandiye. Di nav nivîsê de hatiye diyarkirin ku serîlêdana hemwelatiya wê malbatê wan wek dewlet dane sekinandin.

Her wiha wekê ku tê zanîn çend hefte berî Almanya daxwaz kiribû ku bila teftîşa mizgeftan bikeve bin kontrola hikûmeta Almanyayê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir